
PWK-Ewropa: Destên Şara di nav xwînê de ne, divê Almanya derî lê veneke!
.
Rêxistina Ewropayê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), li dijî serdana serokê HTŞ’ê Ahmed el Şara ya bo Almanyayê bangeke kir. PWKê dîyar kir ku ev serdan ji bo Kurdan "birîneke nû ye" û ji Almanyayê xwest ku qatilekî meşrû neke.
Daxuyaniyê PWK Almanya:
Bangek ji raya gişti ya Almanyayê re
Li gorî çapemenîya Almanyayê, roja duşemîyê, serokê demkî yê Sûriyeyê, Ahmed el Şara, tê Almanyayê.
Ev nûçe ji bo me, wek Kurdan, ne tenê serdanek siyasî ye. Ev nûçe, di heman demê de birînek nû ye li ser birînên me.
Almanya dewletek demokratîk e ku di şertên herî dijwar de her dem li gel mafên mirovan, aşitiyê û demokrasiyê rawestiye ye û gelek caran alîkariya Miletê Kurd kiriye. Lê îro em bi xemgînî dibêjin:
Çawa dikare ev Almanya deriyê xwe ji bo kesek wek Ṣara ku serokatiya çeteyan kiriye vedike û ew meṣruh dike?
Ahmed el Şara û çeteyên wî di van rojên derbasbûyî de bi çekên giran li Helebê, li taxên Eşrefiyê û Şêx Maqsûd, êrîşê mal û warên Kurdan dike, zarok, jin û hemwelatîyên bêguneh dikuje û bi hezaran hemwelatî koçber dike...
Ev ne ṣerek di navbera hêzên leṣkerî de ye; ev sûceke eşkere li dijî mafên mirovan, li dijî hiqûq û normên Yekîtiya Ewropayê ye.
Banga me ji Hikûmet û ji raya giştî ya Almanyayê re ev e;
Miletê Kurd miletekî aşîtîxwaz e, miletekî ku rêzê li maf mirovan, hiquqa gerdûnî, demokrasî û jiyana hevpar digre.
Lê di demekê de ku li Helebê komkujî dom dike, koçberkirina bi zorê didome, çawa hun dikarin serokê HTŞê, Ahmed el Şara, qebûlî Almanyayê bikin?
Divê hun wêneyên DAÎŞê ji bîr nekin; serjêkirin, zarokên ku hatine kuştin, jinên ku hatine revandin... Hîn jî bi sedan kes wenda ne.
Ji ev qumaş û mantalitê, cilek simokîn û kesayetek demokrat çênabe. Ev qatil e.
Em bang dikin.
Heyfa îmaja Almanyaya demokratîk e, bi qebûlkirina kes û çeteyên destên wan di nav xwînê de ne ku barek giran dixe ser milê we.
Ji bo rêzgirtina li mafên mirovan ji bo aşitî û ji bo rûmeta demokrasiyê، vê serdanê qebûl nekin!
Rêz û silav
PWK- Almanya

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin