PWK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

PWK: Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

.

A+A-

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK):

Em Seyîd Riza û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin

86 sal berê, di roja 15.11.1937ê de rêveberê qehreman ê serhildana Dêrsimê Seyîd Riza û 6 hevalên wî, li Elezîzê, li Meydana Erase ya Genim hatin îdamkirin.

Dewleta Tirkîyeyê, digot qey bi kuştina Seyîd Riza, kurê wî Resik Huseyin û Husênê Demenanî, Hesen û Seyîd Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî, ewê gelê Kurd ê qedîm û xwedîyê kultureke bi hêz qir bikin û ji navê rakin.

Dewleta Tirkîyeyê bi dehhezaran jin û zarok û kal û pîr dane ber guleyan, qetil kirin.

Bi gotina kesên ku bi xwe faîl û qesasên qetlîamê bûne, Dewleta Tirkîyeyê bi jahra mişkan gelê me qir kirine.

Lê Dewleta Tirkîyeyê her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, cîhê mezelên Seyîd Riza û hevalên wî jî veşartin û heta îro jî cîhê mezelên wan nayê zanîn.Ev jî nîşana wê yekê ye ku Dewleta Tirkîyeyê çiqas ji rêberên miletê Kurd ditirse.

Helbete ku têkoşîna azadîya Kurdistanê bi qetlîam û jenosîdan ranewestîya ye.

Nevîyên Şêx Seîd, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mustafa Barzanî îro jî alaya têkoşînê li her çar perçeyên Kurdistanê bi xwîna şehîdan, bi ked û xebata dilsozane ya welatperweran her bilind dikin.

Di 86emîn salvegere qetilkirina wan de, di şexsê Seyîd Riza de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bibîrtînin.

15.11.2023

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

1-386.jpg2-440.jpg3-404.jpg4-319.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin