PWK: Em Piştgiriya Serhildana Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li Dijî Zulmê Dikîn

PWK: Em Piştgiriya Serhildana Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li Dijî Zulmê Dikîn

.

A+A-

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo serhildana nû ya li dijî Rejîma Îranê ragihand. PWKê bang li miletê Kurd û saziyên navdewletî kir ku li dijî zilma dewletê dengê xwe bilind bikin.

Daxuyaniya PWKê wiha ye: 

Em Piştgiriya Serhildana Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li Dijî Zulmê Dikîn

Gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî Rejîma Îranê serhildaneke nû li dar dixin.

Serhildana girseyî ya ku di 28ê çileya pêşîna 2025ê de bi çalakiya daxistina derîyên dikanan a esnafên Tehranê dest pê kir; nuha li Îran, Rojhilatê Kurdistan, Belûcîstanê û gelek herêmên din belav bûye.

Çalakîyên ku li Teheranê bi daxwazên aborî dest pê kirin, bi beşdarîya jinan, ciwanan û beşên herî fireh yên civakê, di qonaxa îro de gihiştine asteke serhildanê ya li dijî rejîmê.

Piştî berxwedana ku di sala 2022an de bi qetilkirina keça kurd Jîna Emînî dest pê kir, girseya xelkê careke din li dijî zilma Dewleta Îranê dadikevin qadan.

Dewleta Îranê bi dehsalan e zext, zilm, îdam û komkujîyên xwe didomîne; bi birçîhiştin û hejarîya gelan, bi êrîş û komkujiyên li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê, gelê Belûcîstan û herêmên din, desthilatdarîyâ xwe ya ya li dijî mirovahîyê li ser pîyan dihêle. Lê eşkere ye ku ev Rejîma Îranê ya serdemborî ku dijminê miletê Kurd û maf û azadiyên neteweyî, demokratîk ên gelan e, ketîye pêvajoyeke cidî ya rizîn û tunebûnê.

Di encama êrîşên Dewleta Îranê de yên li dijî vê serhildan û berxwedana azadîyê ya rewa, sivîl û aştîyane ya ku gelên Îranê, Rojhilatê Kurdistanê, Belûcîstan û gelên din dane destpêkirin; heta nuha nêzîkî 50 kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne. Aqûbeta kesên ku hatine binçavkirin nayê zanîn.

Em êrîşên bixwîn û komkujiyên Dewleta Îranê yên li dijî gelê sivîl şermezar dikin û divê ev êrîş demildest bên rawestandin.

Em bang li saziyên navdewletî, bi taybetî li Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin ku ji bo rawestandina van zext û komkujiyên Dewleta Îranê, helwesteke bi bandor nîşan bidin.

Em bang li hemû kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dikin ku bi şêweyekî hevbeş û bi bandor piştgirîya serhildana azadiyê ya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin. Her wiha em bang li hemû sazî û dezgehên siyasî, sivîl û demokratîk ên cîhanê yên ku alîgirê aştî, azadî, demokrasi, mafê mirovan û dadperweriyê ne dikin ku li dijî van zext û komkujîyên Dewleta Îranê dengê xwe bilind bikin û helwesteke xurt nîşan bidin.

Wek Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), em bi hemû hêza xwe piştgiriya têkoşîna azadîyê ya gelên Îranê û gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê ya li dijî zilmê û zordarîyê dikin.

Bêgûman xala destpêkê ya azadîya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê di yekitîya gelê me û tifaqa neteweyî, demokratîk ya partiyên siyasî de re derbas dibe. Em Navenda Dîyalogê ya ji bo Hevkarîya Partîyên Kurdistana Îranê ku ji 7 partiyên siyasî pêk tê, bi rêzdarî silav dikin.

Em hêvî dikin ku ev Navenda Dîyalogê dê ji bo azadîya Rojhilatê Kurdistanê veguhere tifaqeke mayînde û stratejik ya neteweyî û demokratîk.

07.01.2026

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin