PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya salvegera komkujiya 1ê Sibatê ya sala 2004ê li Hewlêrê li hember baskê 2 yê PDKê û malbenda 3 ya YNKê pêkhat û bû sedemê şehîdbûna 103 endamên rêveber û hemwelatiyan bi daxuyaniyekî şermezar kir.

Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 20emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

01.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

n.png

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin