PWK: Em ji malbatên kesên ku di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin

PWK: Em ji malbatên kesên ku di şewata Amedê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin

.

A+A-

Roja 05.06.2025ê, li taxa Firatê ya navçeya navendî ya Kayapinarê ya Amedê, di avahiya 13 qatî ya Sîteya Rojava de, şewatek derket.

Me bi xemgîniyeke kûr bihîst ku, ji 17 kesên ku rakiribûn nexweşxaneyê, 3 jê zarok, 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ruhê kesên ku di vê şewatê de jiyana xwe ji dest dane şad be, cihê wan bihuşt be.

Em ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şifaya xêrê dixwazin.

05.06.2025

Buroya Çapemeniyê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2025-06-05-at-22-50-56.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin