PWK: Em êrîşên li se rBaşûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin!

PWK: Em êrîşên li se rBaşûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin!

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK)

Di encama êrîşên balafirên Dewleta Tirkîyeyê de, li gundê Kafîyayê yê li ser bajarê Dihokê, du gundîyên sivîl yên bi navê Arif Taha û Beşîr Omer hatine qetil kirin.

Evêrîş ne êrîşayekem e û mixabinwehaxuyayekuwê ne yadawîjî be. Li gorî agahdarîyên heyî, Dewleta Tirkîyeyê di sala 2023yê de ji 1500î zêdetir êrîş birine ser Başûrê Kurdistanê. Herweha li gorî van agahdarîyênheyî, di encama van êrîşên ku piranîya wan li ser dor û bera bajarê Dihokê hatine kirin de, ji sala 2015yê heta îro, 152 sivîl hatine kuştin, 228 sivîljîbirîndarbûne, bi dehangundwêranhatinewêrankirin.

PKK jî bi çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, hem desthilatdarîya Rêvebrîya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê nas nake, hem jî rê ji van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê re xweş dike.

DewletaTirkîyeyêdemekedirêje kubi balafir û dronanêrîşandibeser Başûr û Rojavayê Kurdistanê û di encama van êrîşan de gelek sivîl têne qetilkirin.

Em  hemû van êrîşan û  qetilkirina kurdên sivîl şermezar dikin.

Aşkereye ku di encama êrîşên ArtêşaDewletaTirkîyeyêyên li serRojavayêKurdistanêjîbi sedan sivîlhatinekuştin û birîndar kirin.

DivêDewletaTirkîyeyedawîli van êrîşênxwe û qetilkirinênsivîlanbîne.

Em vê êrîşa dawî ku li gundê Kafîyayê yê li serbajarêDihokêhatîyekirinkubûyesebebêqetilkirina du kurdênsivîl û hemû êrîşên li ser sivîlan têne kirin şermezar dikin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Bexda û Netewên Yekbûyî jî divê li himberî van êrîşênli serbaşûrêKurdistanêzêdetirbêdengnemînin û helwestêbigrin û divêjiborêli ber êrîş û qetliamên bi vî rengî bêne girtin, gavên encamgir bavêjin.

22.02.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê  (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin