
PWK: Em cezaya ji ber slogana bi kurdî li Amedsporê hat birîn şermezar dikin
.
A+A-
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ku ji ber dirûşma Kurdî ceza li Amedsporê birîbû, bi tundî şermezar kir.
Daxuyaniya PWKê wiha ye:
Em cezaya ji ber slogana bi kurdî li Amedsporê hat birîn şermezar dikin
Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ji ber dirûşma bi Kurdî ya "Koma me bona we" ya li ser formayê Amedsporê bi hinceta "binpêkirina rênimayên amûrên sporê", 110 hezar lîreyê Tirkî ceza li Amedsporê birî.
Ev helwesta TFFyê nişana bêtehamulîyeke eşkere ya li hemberî zimanê kurdî ye.
Em vê biryara TFFyê şermezar dikin û dibêjin divê demildest ev biryar bipaşve bê stendin.
27.09.2025
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin