PWK: Em Cejna Çarşema Sor ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzidî pîroz dikin!

PWK: Em Cejna Çarşema Sor ya xuşk û birayên xwe yên kurdên êzidî pîroz dikin!

.

A+A-

Cejna Çarşema Sor cejna herî mezin ya kurdên êzidî ye.

Li gorî bawerîya kurdên êzîdî ya salanameya berê, di çarşema yekem ya meha nîsanê de avabûna gerdûnê temam bûye û jîyanê destpê kirîye. Ji ber vê jî vê rojê wekeCejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan, pîroz dikin.

Ola Êzidî yek ji dînê herî kevnare yê Kurdistanê ye. Cejna Çarşema Sor ya kurdên  êzidî xwedîyê taybetmendiyeke  dînî, kulturî, civakî û dîrokî ye.

Di dîroka xwe de xuşk û birayên me yên kurdên êzîdî ji ber  nasnameya xwe ya olî û neteweyî tûşî gelek komkujî, êrîş û karesatan mezin bûne; lê wan tu carî  dest ji zimanê kurdî,nasnameya xwe ya olî, urf, adet, kultur û kurdayetiyê xwe bernedane.

Di Cejna Çarşema Sorya kurdên êzîdî da,em bangî hemû kurdû kurdistanîyên li  cîhanê dikîn ku li himberî zilm, zordarî, neheqî û êrîşên li sercivata kurdên êzidî helwestê bigirin û rê nedin ku tu hêz û aliyek xwe li ser wan bisepînin.

 

Em di wê bawerîyê de ne ku Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê ji bo birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzidî bêne kewandin û alandin dê biryarên teybetî bigirin. Herweha dê di bin desthilatî û serwerîya Rêvberîya Herêm Kurdistanê de hemû nirx û  mafên olî, kultirî û xweîdarekirina herêmî ya kurdên êzidî biparêzin, pêşde bibin û bixin bin misogerî û garantîyê.

Em bi hest, bîr û bawerî û hişmendîya xwe ya neteweyî û niştimanî Cejna Çarşema Sor, cejna Sersala Êzdiyan,  axuşk û birayên xwe yên kurdên êzidî pîroz dikin.

17.04.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

afisa-cejna-carsema-sor-pwk-1.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin