PWK: Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye!

PWK: Destpêka Jenosîda Dêrsimê 4ê Gulana 1937ê ye!

.

A+A-

87 sal berê, roja 4ê gulanê biryara êrîşa leşkerî ya qirkirina miletekî ku ji alîyê M. K. Ataturk û Fewzî Çakmak ve hatibû pejirandin, hate dayin. Li ser ‘Biryara Heyeta Wezaretê ya Tevgera Tenqîl ya Dêrsimê’ ku di 4ê Gulana 1937ê de hatibû stendin, di 12ê gulana 1937ê de hêzên leşkerî yên Cumhurîyeta Tirkîyeyê Dêrsim îşgal kir û kevir li ser kevir nehiştin.

Di vê biryarnameyê de tê gotin ku ‘wê gelê herêmê bê komkirin û neqlî deverek din bê kirin. Ev operasyona komkirinê wê bigre ser gundan, hem çek û sîlehan kom bike û hem jî kesên hatine komkirin sirgûnê deverên din bike`.

Dîsa di biryarnameyê de tê gotin ku ‘heger em tenê bi êrîşê qîma xwe bînin wê tifik û çavkanîyên serhildanê di şûna xwe de bimînin. Loma jî divê em ew kesên ku çek bi kar anîne û tînin, di cîh de û ji binî de ji holê rakin, gundan bi tevahî wêran bikin û malbatên wan dûr bixînin’.

Bêgûman, ev biryarname ji ber bawerî û nasmeya wî, biryar û emrê jiholorakirina miletekî bû. Dewleta Tirkîyeyê bi navê hildana ji bo leşkerîyê beşekî mezin ji xelkê herêmê kir leşker; kesên ku dikarîbûn rêberîya gel bikin û di nav xelkê de xwedî rûmet bûn jî kom kir û ji bo pêwendîyên wan bi hevdû nemînin, ew surgûnî bajarên cûda yên Tirkîyeyê kir û ew zorgeyî `îqameta mecbûrî` kir. Piştî wê jî operasyona qirkirinê dest pê kir û bê ku ferqeke di nav wan xîne, gelê Dêrsimê qir kir.

Serokê Asayîşa Malatyayê yê wê demê Îhsan Sabrî Çaglayangîl di bîranînên xwe de îtiraf dike ku jin û zarokên ku ji zilmê filitîbûn û revîyabûn şikeftan, di wan şikeftan de bi “jehra mişkan” hatin qetilkirin. Jin û keçên Dêrsimê ji bo nekevin destên leşkeran xwe ji zinarên bilind davêtin çemê Munzûrê. Leşkeran hinek zarokên sêwî jî dibirin bajarên xwe û ew weke miletekî din digîhandin.

Jeonsîda Dêrsimê, xelekek ji sîyaseta ji holê rakirina miletê Kurd e. Ev pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîrîyê dest pê kir û di 1937-38an bi qirkirina gelê Dêrsimê berdewam kir. Weke ku di biryarnameyê de hatîye gotin, hemû cîh û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber qirkirin û sûcên ku li hember gelê Dêrsimê û Kurdistanê kirîye, divê dewleta Tirkîye doza lêbûrêne bike û li gorî vê rastêyê gavên pêwîst bavêje. Weke gava pêşî, Dewleta Tirkîyeyê dikare bi eşkerekirina mezelên serok û rêberên tevgerên kurdan Seyid Riza, Şêx Seîd û yên din û Seîdê Nûrsî ku heta nuha bi dizî girtîye, dest pê bike.

Di 87emîn salvegera destpêka Jenosîda Dêrsimê de, em Jenosîda Dêrsimê û hemû qirkirin û jenosîdên li hemberî gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin û rûreş dikin. Em hemû şehîd û pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Xebat û têkoşîna wan dê riya xebat û têkoşîna miletê Kurd ya ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê rohnî bike.

04.05.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

whatsapp-image-2024-05-04-at-09-37-51-001.jpeg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin