PWK: Dayikên Şemîyê, dayikên bi sedhezaran kesên ku qurbanîyên Dewleta Tirkîyeyê ne

PWK: Dayikên Şemîyê, dayikên bi sedhezaran kesên ku qurbanîyên Dewleta Tirkîyeyê ne

.

A+A-

Dayikên Şemîyê roja şemîyê, 25.05.2024ê, di hefteya 1000î de  li Stenbolê, li meydana ku  li ber Lîseya Galatasarayê ye civîyan.

Dayik û malbatên  van kesên ku di salên 1990î de ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatine qetilkirin û yên ku cîhê cenazeyê wan nedîyar in, roja şemîyê, 27ê Gulana 1995ê, li Stenbolê, li meydana li ber Lîseya Galatasarayê, bi armanca ku cîhê cenazeyê zarokên wan û faîlên van cînayetan bêne dîyar kirin, dest bi çalakîya rûniştinê kirin. Ji vê jî, ev çalakî bi navê çalakîya Dayikên Şemîyê hate nasîn.  Paşê malbatên ku zarokên wan di dema darbeya leşkerî ya faşîst a 12ê îlona 1980yê de hatine kuştin û cîhê cenazeyê wan ne dîyarin jî beşdarî bê çalakîyê bûn.

Dayikên Şemîyê, li gel hemû êrîş, girtin  û astengîyên Dewleta Tirkîyeyê ve jî, di 1000emîn hefteyê de jî, roja şemîyê, 25.05.2024ê, çalakîya xwe li dar xistin.

Dewleta Tirkîyeyê ji damezrandina xwe ve heta îro, eve 100 sale, bi sedhezaran kes qetilkirîye, çem û rûbar bûne gola xwînê û  cîh û term û mezelên piranîya wan qurbanîyan hîna jî ne dîyar in.

Dayikên Şemîyê, di eslê xwe de, dayik û malbatên van bi sedhezar kesan e.

Dayikên Şemîyê, dayik û malbatên 17.000 ‘’faîlî maçhûl’’ên ku di salên 1990î de, bi destê Dewleta Tirkîyeyê ve hatine qetilkirin e.

Dayikên Şemîyê, sîmgeya dayik û malbatên bi sedhezar kurdên ku di 1921, 1925ê, 1930yê, 1932yê, 1938ê de li Koçgirîyê, Amedê, Çewligê, Agirîyê, Zîlan, Dêrsimê hatine qetilkirinêne.

Dayikên Şemîyê, dayik û malbatên hemû kesayet û mirovên ku cîhê mezelên wan ne hatine dîyarkirinêne.

Dayikên Şemîyê, dayik û malbatên wan kesên ku piştî darbeya leşkerî-faşist ya 12ê Îlona 1980yî hatine kuştin, cîhê cenazeyê wan nehatine dîyarkirinêne.

Dewleta Tirkîyeyê, eve 100 sale ku tu carî hesabê van qetlîam, kuştin, îşkence, zulm û neheqîyan nedaye. Ji ber wê jî her dem, bi bêminetî, van kuştin û îşkence û zilmên xwe berdewam dike.

Mehmet Agar ê ku di dema ‘’faîlî meçhûl’’an de Wezîrê Navxweyî yê Dewleta Tirkîyeyê bû û endazyarekî esasî yê  vê sîyaseta ‘’faîlî meçhûl’’an bû, bi aşkereyî gotibû ‘’Nabe ku em vê pirsa ‘faîlî meçhûl’an bikolin; heger em kevirekî ji wî dîwarî bikşînin, dê hemû avahî hilweşe’’.

Belê, van gotinên Mehmet Agarî, îtîrafê wê yekê ye ku, hemû  kuştinên ku bi navê ‘’faîlî meçhûl’’ têne zanîn, kiryarên Dewleta Tirkîyeyê ne. Herweha heta îro tu kesî ji bo van cînayetan ceza nexwarîye; evjî nîşaneke din a wê yekêye ku faîlên van kuştina Dewleta Tirkîyeyê bi xwe ye.

Berîya her tiştî, divê cîhê mezelê wan kesên ku ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatine kuştin û cîhê kesên ku mezelê wan nedîyarin,  bê dîyar kirin.

Dewleta Tirkîyeyê, ji ber kiryara xwe ya qetilkirina 17.000 hezar ‘’faîlî meçhûl’’an; ji ber kuştin û îşkence û zilma xwe ya piştî darbeya leşkerfaşîst a 12ê Îlona 1980yî; ji ber qetlîamên li Koçgirîyê, Amedê, Çewligê, Agirîyê, Zîlan, Dêrsimê kirîye, ji ber Qetlîama Roboskê,divê uzra xwe bixwaze û li gorî vê uzrê gavên pêwîst bavêje.

Em li gel Dayikên Şemîyê ne; her malbateke kurdan Dayikên Şemîyê ne.

25.05.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin