PWK: Birîna Jenosîda Helebçeyê bi yekitîya neteweyî û azadîya Kurdistanê dê bê kewandin!

PWK: Birîna Jenosîda Helebçeyê bi yekitîya neteweyî û azadîya Kurdistanê dê bê kewandin!

.

A+A-

Jenosîda Helebçeyê li her çar perçeyên Kurdistanê bi awayên cuda berdewam dike.

36 sal berê, di roja 16ê Adara 1988an de, li Helepçeya Başûrê Kurdistanê, Rejîma Seddam Huseyinî, bi bombeyên kîmyewî zêdeyî 5000 kurd qetil kirin. Piranîya qurbanîyan zarok, jin, pîr û kal bûn.
Li Helebçeyê ne bes 5000 hezar mirov; lê herweha wîcdanê mirovahîyê jî hate qetilkirin. Jenosîda Helebçeyê tawaneke mirovahîyê ye.
Ev, ne tenê wahşet û qirêjîya Seddam Husênê faşîst û dîktator bû; herweha ev ji bo mirovahîyê jî şerm û lekeyek mezin e.

Gava ku li Helebçeyê ev jenosîd dihate pêk anîn, mixabin hemû dewletên herêmê û cihana erebî, Yekitîya Sowyetan, Japonya, Çîn, Dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî bêdeng man û çavên xwe ji vê qirkirin û jenosîdê re girtin.

Piştî 36 salên jenosîda Helepçeyê, gelê Kurdistanê hîna jî tûşî komkujî, qetlîam û kuştin, neheqî û wêranîyan dibe.
Ji bo ku miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê negihêjin mafên xwe yên neteweyî û demokratîk, ji bo ku ew li tu derê statuyek siyasî bi dest nexin; dewletên Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîyeyê teva hemû nakokîyên nav xwe jî, bi plan,êrîş û stratejîyên piralî û cihêreng, yên li dijî miletê kurd hevkarîya xwe didomînin.

Dewletên mezin yên cîhanê jî çawa ku çavên xwe ji jenosîda Helebçeyê girtibûn, îro jî çavên xwe ji êrîş, dagirkirin û planên van her çar dewletên dagirker digirin.

Careke din wîcdanê mirovahîyê li her bihusteka axa Kurdistanê tê qetilkirin. Careke din şerm û lekeyeke mezin li ênîya mirovahîyê dikeve.
Belê, herweha careke din birîna me ya kûr ya ku em bi destên xwe mala xwe xera dikin, dide der. Careke din, em li her çar perçeyên Kurdistanê jî, bi destê xwe bêtifaqîya neteweyî kûrtir dikin; carek din em hişmendîya netewî jar û hejar dikin; û carek din embi destên xwe rêya azadî û serxwebûnê dirêjtir dikin.

Lê, li gel van hemû kiryar û rastîyên neyênî jî,  doza azadî û rizgarîxwazîya neteweyî ya Kurdistanê berdewam dike. Çawa ku jenosîdên Helebçe û Enfalan nikarîbûye rê li ber têkoşîna gelê me bigire; tu êrîş, qetlîam û wêrakirinên dewletên dagirker ên ku bi awakî sîstematîk berdewam dikin jî, dê nikaribe rê li ber doza ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk bigire.

Emê vê birîna xwe ya dîrokî ya bêtifaqêyê, bi tifaq û hişmendîya netewî, bi siyasetek serbixwe û bi şexsîyet bipêçin. Miletêk Kurd miletekî dîrokî ye; di tu demê de serî li hemberî dagirkerî û kolonyalîstan serê xwe netewandîye; berxwedan û serhildana li dijî dagirkerîyê  ya  ji bo serxwebûn û azadîyê bûye kulturek jiyana miletê Kurd. 
Bila dijminên miletê Kurd baş bizanibin ku em ji vê rêya rewa venagerin û tu şika jê turneye ku em dê bi ser kevin.
Em bangî Netewên Yekbûyî dikin da ku weke fermî jenosîda Helebçeyê qebûl bike.

Di 36yemîn salvegera jenosîda Helebçeyê de, em faîl û piştgirên vê jenosîdê rûreş û şermezar dikin! 
Em şehîdên jenosîda Helebçeyê û hemû pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bibîrtînin.
16.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

afisa-helebceye.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin