PWK beşdarî çalakiya “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” bû!

PWK beşdarî çalakiya “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” bû!

.

A+A-

Li navçeya Qoserê ya girêdayî Merdinê bi amadekarîya rêveberîya Dibîstana Lîseya Îmam Xetîp a Anatolî ya Ozcan Yildiz ve 5 emîn “Pêşbirka Xwendina Helbestên Kurdî” di navbera dibîstanên navîn de, çalakîyek li darxistin.

Çalakî bi xwendina “Bi Xemlû Rewş e, Şêrîn û Xweş e Zimanê Kurdî” bi muzîka Aram Tîgran dest pê kir.

Paşê rêvebirê Dibîstanê birêz Tarik Yilmaz axaftina xwe pêk anî. Tarik Yilmazî di warê têgihîştin û perwerdê de girîngbûna ziman dest nîşan kir.

Ji terfê xwendekaran, xwendina helbestan di bin çavdêrîya komisyona Jûrîyê ve hate xwendin.

Piştî Nîrxandina komisyana Jûrîyê ve 6 (şeş) çalakvanên xwendegehan hatin hilbijartin.

Pêşbirk, bi xwendina xwendekarên kû hatibûn hilbijartin, yeko yeko deketin ser dikê û helbestên Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û wkd. bi Kurdî xwendin.

Em jî wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ya şaxa Merdînê tevlî çalakiyê bûn. Çalakî bi awakî xweş û geş derbas bû.

  

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin