
PWK beşdarî çalakiya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad û şermezarkirina Êrîşên Helebê û Îranê bû
.
Îro ji alî civata Kurd li du bajarên Holanda çalakî çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Lahey/Den Haag, ji alî Partiya Demokrata Kurdistana Îran (PDKÎ), 80 saliya avabûna Komara Kurdistan li Mahabad hat pîrozkirin. Partiyên Kurdistanî yên her çar beşên Kurdistan û bi taybetî partiyên Kurd û yên Îranî yên Rojhilatê Kurdistanê beşdarî civîna bîranînê bûn.
Bi sirûda Ey Reqîp û xulekek rawestan jibo şehîdên Kurd û Kurdistan civîn dest pêkir. Tevlî axaftvanan, nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî jî peyamên xwe pêşkêş kirin. Heyetek Partiya Welatperwerên Kurdistanê ku ji alî Serokê PWK Ewropa M. Baran Boskan û rêvebirên PWK-Hollanda jî beşdarî civînê bûn.
Li bajarê Arnhem jî girseyek ji çar perçeyên Kurdistanê, hemî patiyên Kurd û endamên PWK beşdarî numayiş û şermezarkirina êrîşên Helebê û Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Piştî Ey Reqîp û rêzgirtina şehîdên Kurdistanê; durişma “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e!” hat avêtin. Bi axaftinên beşdaran di derbarê êrîşên li ser taxên Kurdan li Helebê û yên dewleta Îran li dij gelên Îran û gelê Kurd agedarî hatin dan û hukumetên êrîşkar û hevkarê wan hatin şermezarkirin.
PWK-Hollanda







NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin