
PWK: Berpirsyarên kuştinên ‘faîlî meçhûl’ bi tîşortên bi çapa ‘Torosa Sipî’ nikarin gelê me bitirsînin!
.
Hilberînerê bi navê ‘Ötüken Online’ bi sernavê ‘Ji bo hezkirîyên Torosê’ tîşortên bi çapa ‘Torosa Sipî’ çekirîye û Platforma firotanê ya dîgîtal a bi navê ‘Trendyol’ ê jî ev tîşort li ser platforma xwe daye firotinê. Li ser van tîşortan ‘Hifdeh hezar kes çawa di Torosek Sipî de cîh digirin?’ hatiye nivîsandin.
Di salên 1990î de Dewleta Tirkiyeyê, 17 Hezar kuştinên bi navê ‘faîlî meçhûl’ (Kuştinên Kujerên Wan Nenas) û gelek operasyonên din pêk anîbû. Wesayîta Torosa Sipî jî sembola wan kuştinên ‘faîlî meçhûl’ bû.
‘Torosa Sipî’ ne tenê wesayîteke; ew nîşana serdemeke tarî ye di dîroka me ya nêz de ye ku bi hezaran kes bi zorê hatine windakirin û bi kuştinên kujerên wan nenas hatine tunekirin.
Ev tîşortên bi sembola Torosa Sipî ji alîyê kompanyaya hilberîner a bi navê ‘Ötüken Online’ ve hatine hilberîn, tehdîdeke cidî ye ku dê kuştinên kujerên wan nenas ji nû ve dest pê bikin. Ev helwesta, sûcekî li dijî mirovahîyê ye û ev sûc nikarin bibin mijara mîzahê, nostaljiyê, yan jî qezenceke ticarî.
Ji ber ku berpirsyarên kuştinên ‘kujerên wan nenas’ heta îro jî nehatine eşkerekirin û darizandin; îro jî ev yeka, cesaretê dide yên ku tîşortên bi vî rengî hildiberînin, difiroşin û bazirganîya wan dikin.
Ji ber ku eve 100 sal in, berpirsiyarên kuştin û komkujîyên bi awayekî plankirî, ji aliyê navendên aşkere û tarî yên Dewleta Tirkîyeyê ve hatine kirin nehatine darizandin û cezakirin; tehdîd îro jî bi şiklên cuda cuda didomin.
Divê xwedîyên ‘Ötüken Online’ û yên wek wan difikirin jî zanibin ku miletê Kurd 100 sal in li ber tu komkujî, jenosîd û kuştinên ‘’kujerên wan nenas’’, sîyasetên asîmîlasyonê û qetlîaman serê xwe netewandîye û ji îro pê ve jî dê netewîne.
Em helwesta nemirovane ya ‘Ötüken Online’ û ya ‘Trendyol’ a ku alîkarîya wê dike, şermezar dikin.
Em bang li hemû Baroyên li Kurdistanê, hemû parêzvanên mafên mirovan û edaletê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku ji bo darizandin û cezakirina vê helwesta nemirovane ya ‘Ötüken Online’ û vê kiryara tîcarî ya ‘Trendyol’ a ku bûye amûra wan û alîkariya wan kirîye, helwest bigrin û bikevin nav tevgerê.
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistan (PWK)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin