PWK: 33yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

PWK: 33yemîn Salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê Pîroz Be

.

A+A-

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn(Serîhildan) destpêkir. Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû.Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Dihok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê, di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn a Iraqê de bi qebûl kirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya.

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Tecrubeyên heyî, bê şik îspat kirîye ku, bingehê esasî û destpêka serkeftina hemû raperînan ewe ku, miletê kurd, gelê Kurdistanê, hêzên neteweyî, niştimanî di nav tifaq û yekgirtinê de bin, lihevxedîderkevin, destkeftîyên xwe biparêzin.

Tu şika me lê nîne ku, li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê raperîn her berdewam be.

Em 33yemîn salvegera Raperîna(Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin. Em şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê birêzdarî bibîrtînin.

05.03.2024

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin