PWK: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be!

PWK: 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Pîroz Be!

.

A+A-

Roja 21ê Sibatê li cîhanê ji alîyê UNESCOyê ve wek ‘’Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî’’ hatîye qebûlkirin.

Di cîhanê de, zimenekî herî zêde tûşî zilm, zordarî û neheqîyê bûye û îro jî bi awakî dijwar û nemirovî di aşê asîmîlasyonê de tê hêrandin, bê gûman zimanê kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî) ye. 

Li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, her çiqas li gel hemû astengîyan dersa bijarte ya kurdî hebe jî di derbarê perwerdeyê û di weşangerîya telewîzyonê de hinek gavên erênî hatibin avêtin jî; mixabin hîna jî wek fermî di Qanûna Bingehîn û yasayên peywendîdar de, li Parlamentoya Tirkîyeyê, zimanê kurdî tune tê hesaibandin. Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin.

Bi siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, bi milyonan kurdli Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin.Ev trajedî û travmayeke mezin û kûr e; yên bûne sebebê vê yekê, faîlê tawana mirovâhîyê ne.

Divê li hemberî vê siyaseta asîmlasyon û jenosîda li ser zimanê kurdî, hemû kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê di derbarê axaftin, fêrbûna kurdî de li ber xwe bidin û bernameyên taybetî pêk bînin.

Divê berî her tiştî, malabtên kurdan di malê de bi zarokên xwe bi zimanê kurdî bipeyin û vê yekê weke wezîfeyeke neteweyî bibînin.

Divê  malbatên kurdan ji bo zarokên xwe dersa bijarte ya kurdî (kurmancî û zazakî/kirdkî)  hilbijêrin.

Divê em axaftin,fêrbûn û axaftina zimanê kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

Divê, hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl , TV, radyo û rojnameyên kurdan; hemû sîyasetmedar, nivîskar rewşenbîr û hunermendên kurdan, kurdîbikin zimanê xwe yê esasî yê sîyasetê, nivîsandinê, çalakîyên dezgehên xwe û rewşenbîrî û hunerî.

Divê hemû şaredarî, weqif, dezgehên sivîl û karsaz, dibistan û kursên taybetî yên perwerdeya bi zimanê kurdî dikin vekin.

Roja Zimanê Dayikê bila bibe destpêka bidestxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî û bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û di hemû pêvajoya perwerdeyê, bibe zimanê perwedeyê!

Roj 21ê Sibatê û her rojek nû, bila bibe handana her kurdek bi zimanê dayika xwe biaxive.

21ê Sibatê bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê Pîroz Be

Zimanê me hebûna me ye!

Divê em bi kurdî bipevivin, binivîsin û bi kurdî bijîn!

21.02.2024

Buroya Ragihandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

 

f-007.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin