Pûtîn rêya çareseriya Pirsa Kurd nîşan dide

Pûtîn rêya çareseriya Pirsa Kurd nîşan dide

.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn li ser Pirsa Kurd diyar kir, dema ku di berjewendiyan de dengeyek çê bibe dê cîhan û gelê Kurd jî aramiyê bibînin.

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Pêncşemê 27ê Cotmeha 2022an, di Korbenda Aborî ya Valdai de li Moskowê li ser Pirsa Kurd got, “Li ser mijara Kurd min çend caran gotiye, ne tenê li ser Kurdan û gelê Kurd, divê em li ser hemû miletên cîhanê dengeya berjewendiyan çêbikin. Tenê dema ku dengeya berjewendiyan çê bibe wê cîhan aram bibe. Heman tişt ji bo gelê Rûs û gelê Kurd jî wisa ye.”

Pûtîn ev axavtin ji bo bersiva pirseke Mihemed Îhsan kir ku di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Berpirsê Dîtin, Kolandin û Vegerandina gorên komî ji çolên başûrê Iraqê kir, “Sernavê konferansê 'Cîhana Piştî-Hegemonyayê: Dadperwerî û Ewlehî Ji bo Her Kesî' ye. Bi nêrîna we Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dê di paşerojê de bibin xwedî ewlehî û dadmendiyeke zêdetir?”

Dema ku Berpirsê Dîtin, Kolandin û Vegerandina gorên komî ji çolên başûrê Iraqê Mihemed Îhsan bal kişand ser hegemonyaya Rûsyayê û hebûna alaya Rûsyayê li Amerîkaya Navîn, Afrîka û Rojhilata Navîn û diyar kir ku kesên ji Rûsya û Vladîmîr Pûtîn hez dikin û piştgiriyê didin hene, Pûtîn spasiya wî kir û wiha got, “Spas, nemaze ji bo tiştê dawî ku te behs kir. Belê, alayên me li Ewropa û Amerîkayê jî li ba dibin. Li wir jî gelek alîgirên me hene. Li Amerîkayê gelek kes hene ku xwe bi nirxên kevneşopî digirin û bi me re ne.”

Korbenda Aborî ya Valdai ya îsal bi sernavê 'Cîhana Piştî-Hegemonyayê: Dadperwerî û Ewlehî Ji bo Her Kesî' di navbera 24-27ê Cotmehê de hat lidarxistin û 5 mijar hatin gotûbêjkirin ku ew jî, Aboriya Cîhan, Asya û Avrasya, Dîplomasiya Nûjen, Hunera Desthilata Aborî, Kevneşopî û Nirx.

Ji bilî Rûsyayê ji Çîn, Fransa, Almanya, Amerîka, Hindistan, Îran, Misir, Brezîlya, Afrîkaya Başûr, Afganistan û 30 welatên din pispor beşdarî konferansê bûn.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin