Pûtîn fermaneke metirsîdar a amadebaşiyê da artêşê!

Pûtîn fermaneke metirsîdar a amadebaşiyê da artêşê!

.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ku bi fermana wî 4 roj êrîşa artêşa Rûsyayê bi ser Ûkraynayê de dewam dike, fermaneke nû metirsîdar da artêşa welatê xwe.

Medya rûsî wek nûçeya lezgîn belav kiriye ku Pûtîn îro Yekşemê fermana amadebaşiya taybet ji bo hêzên nukleerî daye Wezareta Berevaniya Rûsyayê.

Piştî vê nûçeyê li ser mebesta Pûtîn nirxandinên wekî, amadekariya bikaranîna çekên atomî dike hatin kirin ku ev jî bû sedema metirsiyên destpêkirina şerê sêyem ê cîhanê. Li gorî hinek nirxandinan jî Pûtîn dixwaze beriya Ûkraynayê bikişîne ser maseya muzakereyan, bi hêzeke zêdetir êrîşa ser Ûkraynayê tundtir bike û neçarî guhertina rêveberiyê bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye, bi vê fermana Pûtîn re hevdem dîsa medya rûsî ragihandiye ku Ûkrayna razî bûye li Belarûsê beşdarî muzakereyan bibe.

Herwiha Serokê Ûkrayna Volodimir Zelensky jî eşkere kiriye ku wî ligel serokê Belarûsê Lukaşenko pêwendiyek pêk anîye, lê derbarê razîbûna bo muzakereyên li Minskê de ti daxuyanî neda.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin