
Putin encamên hevdîtina xwe ya bi Trump re eşkere kirin
.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo nirxandina encamên hevdîtina xwe ya li Alaskayê ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li gel rayedarên Rûs civiya.
Di daxuyaniya Kremlînê de hat diyarkirin ku nûnerên Serokatiya Rûsyayê, endamên hikûmetê û birêvebiriya baskê jêrîn ê parlamentoyê Dumaya Dewletê beşdarî civînê bûne.
Putin di destpêka civînê de derbarê hevdîtina xwe ya bi Trump re agahî da û tekezî li ser wê yekê kir ku serdana Alaskayê di dema xwe de û bi feyde bû.
Putin got, “Me hema hema hemû qadên pêkvejiyana xwe gotûbêj kirin lê em di serî de li ser çareseriyeke muhtemel a adilane ya ji bo krîza Ukraynayê sekinîn.
Her wiha derfeta me çêbû ku em li ser kok û sedemên krîzê jî biaxivin. Ji holêrakirina sedemên bingehîn, divê bibe bingeha çareseriyê.”
Putin bal kişand ser wê yekê ku demeke dirêj e di vê astê de dan û standinên rasterast çênebûne û wiha pê de çû:
“Derfeta me çêbû ku em nêrîna xwe bi awayekî aram û bi hûrgilî ducare bikin.
Helbet em rêzê li nêrîna birêvebiriya Amerîkayê digirin ku di wê baweriyê de ye divê şer û pevçûn bi lez bi dawî bibin.
Em jî vê dixwazin û em dixwazin ber bi çareserkirina hemû pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane ve biçin.
Hevdîtin gelekî vekirî û berfireh bû, bi ya min me nêzîkî biryarên pêwîst dike.”
Putin û Trump, doh li Baregeha Elmendorf-Richardsonê ya li bajarê Anchorageê yê Alaskayê li hev civiyabûn.
Her du lîderan, piştî hevdîtina ku nêzîkî 3 saetan ajot, konferanseke rojnamegeriyê ya hevpar li dar xistibû.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin