Putîn biryarnameya derbarê naskirina Donetsk û Luhanskê îmze kir

Putîn biryarnameya derbarê naskirina Donetsk û Luhanskê îmze kir

.

A+A-

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn biryarnameya derbarê naskirina rêveberiyên yên alîgirên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê îmze kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn îşev Duşemê 21ê Sibata 2022yan derbarê rewşa Donbasê de gotarek pêşkeşî raya giştî kir û got: “Donbas ji aliyê dîrokî ve parçeyek ji Rûsyayê ye. Ew cihên ku di dîrokê de beşek ji Împaratoriya Rûsyayê bûn, em neçarbûn bidin."

Vladimir Putîn piştî gotara xwe qedand biryarnameya derbarê naskirina rêveberiyên Donetsk û Luhanskê yên alîgirên Rûsyayê yên li rojhilatê Ukraynayê îmze kir.

Putîn got ku berpirsê belavbûna Yekîtiya Sovyeta berê Bolşevîk in ku bi gotina wî di gelek serdeman de şaşî dikirin.

Putin got: “Ukrayna bi saya binesaziya ku ji Yekîtiya Sovyêtan maye û bi piştevaniya Rojavayê bi asanî dikare geşeyê bide çekên kîmyewî”

Seerokê Rûsyayê herwiha got ku “Ukrayna di bin kontrola hêzên derve de ye. Rojavayiyên li Ukraynayê biryarên krîtîk didin. Ukrayna her ku diçe zêdetir dikeve destê axayên xwe yên rojavayî. Parlamentoya Ukraynayê biryarên cudaxwaz dide.”

Çend xalên girîng ên ji axuyaniyên Vladimir Putin wiha ne:

“Ukrayna beşek ji xaka Rûsya ya dîrokî ye. Damezrînerê Ukraynayê Vladîmîr Lenîn e.

Ukraynaya hemdem li ser hesabê axa Rûsyayê ya dîrokî hatiye damezirandin û bolşevîkiyan bi zorê Donbass bi Ukraynayê ve kirin yek.

Guhertina rabirdûyê ne pêkan e, lê pêwîst e li ser rastiyan were axaftin.

Ukrayna ji aliyê hêzên derekî ve tê kontrolkirin û gavên ku li Ukraynayê tên avêtin li dijî ewlehiya Rûsyayê ne.

Ukrayna bi saya binesaziya ku ji Yekîtiya Sovyêtan maye û bi piştevaniya Rojavayê bi asanî dikare geşeyê bide çekên kîmyewî.

Tevî hîle û talana Rûsyayê jî, gelê me piştî ji hevbelavbûna Yekîtiya Sowyetan, hemû welat nas kirin.

Tevlîbûna Ukraynayê bo NATOyê, gefeke rasterast li ser Rûsyayê ye û NATO Rûsya dijbera xwe ya sereke dibîne û Ukrayna jî dê wek pirekê be da ku êrîşî li me bê kirin.

Em hemû armancên rastîn ên NATOyê dizanin. NATO niha rasterast hatiye ber deriyê Rûsyayê. Divê pirsgirêk bi rêyên dîplomatîk bên çareserkirin. NATO û Amerîkayê daxwazên me paşguh kirin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin