Pûtîn: Amerîka ‘hewleke jidil’ bo çareserkirina krîza Ukraynayê dide

Pûtîn: Amerîka ‘hewleke jidil’ bo çareserkirina krîza Ukraynayê dide

.

A+A-

 Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ragihand ku rêveberiya Amerîkayê ji bo bidawîkirina şerê li Ukraynayê "hewleke jidil" dide.

Pûtîn, di civîna ligel rayedarên payebilind ên Rûsî de, li ser pêvajoya danûstandinên krîza Ukraynayê agahiyên berfireh dan û got, Amerîka ji bo bidawîkirina şer û gihîştina lihevkirineke ku berjewendiyên hemû aliyên têkildar biparêze, "hewlên gelek enerjîk û jidil" dide.

Pûtîn destnîşan kir ku lihevkirinên li ser Ukraynayê divê ji bo her du welatan û tevahiya Ewropayê keşûhewaya aştiyeke demdirêj ava bike.

Pûtîn herwiha bal kişand ser mijara çekên nukleerî û got, piştî çareseriya krîza Ukraynayê, dibe ku li ser kontrola çekên stratejîk (nukleerî) lihevkirinên nû bên kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin