Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pûsûlaya me hişmendî û berjewendîyên netewî, hevbeş bin, dê rê li ber me şaş nebe!

A+A-

Gotinek gelerî heye, dibêjin: "Rîya Dojehê (Cehennem) bi kevirên nîyeta baş hatîye raxistin.".

Gava mirov li tecrubeyên jiyanê dinhêre rastî gelek mînakên girîng dibe. Ji bo kesên îdealîst û dilpak, rêgaha wan hêvî û bawerîyên paqijin. Lê mixabin ji  bo hêz û qewetên organîze an desthilatdar, ew rê dibe wargeha berjewendî û destkeftîyan. Ji ber wê yekê jî pirî caran “kevirên nîyeta paqij” yên mirovan di destê desthilatdaran de dibe “kevirên” rîya Dojehê!

Lê, ew hêz û qewetên ku  sîyaseta çavsorîyê li ser civatê ferz dikin, pirî caran bi gotinên pak,  lê bi nîyetên nepak armancên xwe vedişêrin û tevdigerin.

Problema me, ya esasî problema netewî ye. Ji bo stratejîya netewî desthilatdar be, pêwistî bi xebatên hevbeş û itifaqên millî heye. Sîyaseta rojane ya li ser bingeha berjewedîyên demkî û teng, lê ji hişmendîya netewî dûr tên meşandin zirar û ziyanê dide herkesî lê bi taybetî jî dide xwedîyê xwe.

Eger heta niha li ser bingeha mafê miletbûnê, li ser bingeha berjewedîyên netewî sîwanekî hebûya ez bawerim wê rewşa îroyîn cuda bûya, wê wêneyek din li qadê hebûya. Lê mixabin gava politkayên rojane bêne meşandin, wê siîmsar û celeb jî derkevin bazarê û dest bi tellalîyê bikin. Bê şert û merc, bê îlke û prensîb, tenê bi gotinên gilover û bêber, bi îstîsmar kirina hêvî û nîyetên paqij  wê ji kiryarên  xwe re şirîkan peyder bikin. Wê guneh û şaşîyên xwe parve an jî  li ser wan bar bikin! Ev polîtîka, ne raste û ji bilî zirarê feydeyek nagihîne tu alîyekî. Rîya rast, rîya aqilekî hevbeş û stratejîyek netewî ya hevbeşe.

Ji ber wê yekê em dibêjin ‘’werin em bi hevra namzedên şaredarîyên xwe tesbît bikin, em bi hevra bajarên xwe îdare bikin.  Vîna pêkhateyên welat û bajaran li ser bingeha netewî derxin pêş û rê li ber rûbarek bi hêz û netewî  vebikin. Ji bo wî jî em bi îsrar (bergerî) dibêjin werin li ser bingehek netewî, sîyasetek hevbeş, li hemberî sîyaseta dagirkerîyê û entergasîyonê desthilatdar bikin!

Ez dixwazim bi anekdotekî bal bikşînim ser mijarên rojevê. Di sala 1976an de, pirî caran me didît ku, li sûkê otomobîlek rawestîya ye û mirovek weke tellalan bang dike, digot: "werin hemwelatîno werin; bi kole qezenç bike!". Di nav qelebalixê de, te dinihêrî kesekî “xerîb” derket pêş û qertên kolandî dirêjî tellal dikir û perê xwe digirt û paşve vedikişîya. Piştî wî, te dinhêrî ji nişka ve di nav koma meraqdar û qelebalix de ku li dora otomobîlê kombûbûne tevgerek çêdibû, tellal dengê xwe bilind dikir û qertên xwe difirot. Kêfa wî di cîhde bû, lê ew kesên ku bi hêvîya qezenç kirinê, destê xwe davêtên cuzdanê xwe, awirên wan her tim tirş û bipirs, heşê wan tewlîhev bû. Tiştê di cuzdan de bû her diçû kêm dibû û tiştekî nediket cuzdanê wan!. Ne yek, ne dudo bûn, bi dehan kes carekî de dibûn pêşbazên "hêvî"yê. Gava tevgera sitendinê kêm dibû, di girseyê de axaftinên nerazîbûnê destpêkir, ji qozîyekî de "kesekî ji malê" weke pere qezenç kiribe, qertê xwe dihêjand û bang dikir, digot ‘’min qezenç kir’’. Perê xwe digirt û vedikişîya. Disa di nav girseyê de tevgerek dest pêdikir. Çar an pênç canbazên şirîk weke roviyan bi wê otomobîlê li bajaran digerîyan û "hêvî" difirotin û pere qezenç dikirin. Me henekê xwe bi wan şerpeze û belangazan dikir û digot: "De bikolin ku hûnê çewa rastî keleman bibin!"  Ew lîstoka siûde ya bi navê "kazı-kazan" her dem bûye lîstoka xapandinê ya" kazı-kazıklan"ê! Bi piranî ew kesên ku wî karî dikirin ji bajarên Tirkîyê bûn. Zimanê wan, çand û hunera wan dûrî civata me bûn, lê kod û karekterê dêrûnîya bindestîyê baş dizanibûn. Li gorî wê dêrûnîyê tevdigerîyan.

Di qada sîyasetê de jî em dibinin ku erkdarên bi navê çepgir û oldarîyê  de versîyonên wê lîstîkê bi şêweyek sîyasî ya “kazı-kazıklan” dimeşînin.

Tecrubeyên salan çendî car daye îspatkirin ku, bazarîya sûdê ya xapandinê û berjewendiyên biçûk tu feydeyê nagihînin alîyên bê hêz û bêorganize! Tenê li wê qadê xwedîyê listikê û desthilatdar bi siûd in!

Ji ber wê yeke, em nabêjin, rabin ji hev bixeyidin, nepeyivin, dev ji dîyalog û xalên hevbeş berdin! Nae xêr, li ser qezencên netewî, li ser berjewedîyên netewî û bi hişmendîyek netewî hûn dikarin gelek kar û xebatên hevbeş radestî dîrokê bikin. Ji bo wî ji, em bikaribin li ser herdû baskên dewletê, li ser esasên mafên ji millet bûnê tên, yên gelê Kurdistanê, weke siyasetek netewî, weke hêzekî netewî ferz bikin û di pratîkê de bikin hêzekî tayinker! Wê gavê em dikarin ji hev re bêjin: "Werin em bi hevre qezenç bikin."  Hêz û bandora wê sîyasetê jî bi krêdî û girseyî çêdibe. Ew jî bi hêzbûn û organizasyona xeta netewî mumkun e!

Ji ber wan sedeman car caran mirov ji listokên bi wî rengî dûr bisekine û mesafe bixe navberê, baştir e!

Ji bo ku di  paşerojê de mirov bikaribe xwedîtiyê li destkeftiyên netewî bike; ji bo stratejiyek netewî, ji bo siwanek netewî, ji bo siyasetek netewî, ji bo nexşerêyek netewî, ji bo bingeha berjewendîyên netewî, ji bo  bingeha bi hevre  qezenc kirinê û hêzbûnê, pêwîstî bi sîyaseteke stratejik, netewî, dûr û dirêj heye!

Elbete ku em dizanin gelek caran ‘’kevirê mezin, ji bo neavêtinê ye’’. Lê emê di behrên mezin de jî melevanîyê bikin; di avên biçûk de jî. Eger em bi vê hişmendîya netewî, stratejîk tevbigerin, emê di avên biçûk û gemar de nefetisin; roj bê emê kevirên biçûk, roj bê emê kevirên mezin rakin. Bi hêvîya serkeftinên mayînde rojbaş Kurdistan!      Cano Amedî, 14.02.2024  Amed.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin