
PSK û PWKyê li Îzmîrê di derbarê Roja Zimanê Dayîkê ya Nevneteweyî de civîneke hevbeş li dar xistin
.
Bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî, di roja 22ê Sibatê roja Yekşemê de, li salona Nûnertiya DENGê ya Îzmîrê, PSK û PWKyê bi hev re civînek li dar xistin.
Ji bilî endamên PSK û PWKê, siyasetmedar û ronakbîrên kurd jî beşdarî civînê bûn.
Piştî axaftina silavkirinê ya endamê MYK ya PSKê Nevzat Teker, ji bo şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Lîkolîner-nivîskar Mustafa Borak û mamosteya zimanê Kurdî Janya Acar wekî axaftvan beşdar bûn û moderatorîya civînê jî ji aliyê Nevzat Teker ve hate kirin.
Nevzat Teker piştî axaftineke kurt a li ser wate û girîngiya rojê, axaftvanên semînerê bi kurtî dan nasîn.
Axaftvanan di axaftinên xwe yên bi kurdî de bal kişandin ser van xalên girîng:
--Girîngiya 21ê Sibatê ji bo Kurdan.
--Tevî polîtîkayên dewletê yên red, înkar û asîmîlasyonê, gelê kurd bi parastina zimanê xwe gihîştiye îro.
--Zimanê kurdî li gorî peyman û lihevhatinên navneteweyî mafê herî rewa ye û divê bibe xwedî statû.
--Zanyariyên berfireh li ser dewlemendiya zimanê kurdî û zaravayên wî.
Piştî pirs û nêrînên beşdaran, civîn bi awayekî serkeftî bi dawî hat.






NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin