Psaki: Amerîka ne armanca êrîşa Hewlêrê bû

Psaki: Amerîka ne armanca êrîşa Hewlêrê bû

.

A+A-

Koşka Spî di derbarê êrîşa moşekî ya Îranê li ser Hewlêrê de diyar kir, Amerîka ne armanca êrîşê bû.

Roja Duşemê 14ê Adara 2022ê Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di civîneke çapemeniyê de eşkere kir: “Washington di wê baweriyê de ye ku tu pêwendiya wan tevliheviyên di çend rojên borî de ji aliyê Îran, Koreya Bakur û Çînê ve zêde bûne, bi êrîşa Rûsyayê ya ser Ukraynayê ve nîne.”

Psaki destnîşan dike, li Hewlêrê tu zerarek negihîştiye tu karmend an tîmekî Amerîkî û wek ew dibêje, Amerîka ne armanca êrîşê bû.

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki da zanîn: “Li gor nirxandinên me, pêwendiya wê bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve tuneye. Eger temaşeyî Îranê bikî, êrîşa moşekî ya dawiya hefteyê, tu saziyeke Amerîkî nekiriye armanc. Zerar negihîştiye tu karmendekî. Em ne armanca wê êrîşê bûn. Tişta pêwendî bi Koreya Bakur ve heye, me bi awayekî eşkere çend tişt dîtine û me zanyarî ji bo raya giştî belav kirine. Di dema îdareya berê de, me bi dehan ceribandinên moşekî dîtine. Lewra dibêjim em ji wî alî ve nanirxînin.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin