Projeyasaya 'Parastina Kurdan' daxwaza cezakirina kê dike?

Projeyasaya 'Parastina Kurdan' daxwaza cezakirina kê dike?

.

A+A-

Her du senator Lindsey Graham û Richard Blumenthal, projeyasayeke hevbeş ji bo parastina Kurdan ên Sûriyeyê pêşkêşî Kongreya Amerîkayê kir.

Projeyasa heger hikûmeta Sûriyeyê dev ji êrişên li Kurdan bernede, cezayên giran li ser wê û hevkarên wê ferz dike.

Projeyasaya bi navê "Yasaya Parastina Kurdan" (Save the Kurds Act) di serdema 119emîn a Kongreyê de hatiye pêşkêşkirin.

Armanca serekî ya projeyê, ferzkirina cezayên aborî yên piraliyî ye li ser Şamê û rêgirtina li derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya "dewletên piştgirên terorê" bêyî rizamendiya Kongreyê.

Parastina HSDyê wekî armanceke niştimanî

Di projeyasayê de hatiye ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)" hevbeşekî serekî ne di têkbirina DAIŞê û parastina ewlehiya herêmê de.

Her wiha amaje bi wê yekê hatiye kirin ku her gava hikûmeta Sûriyeyê yan her welatê herêmê ji bo lawazkirina hêzên Kurdan, wekî "dijayetîkirina ewlehiya niştimanî ya Amerîkayê" tê hejmartin.

Cezayan kîjan aliyan li xwe digire?

Projeyasa daxwaz dike ku di egera êrişkirina li Kurdan de, cezayên bilez li berpirsên payebilind ên Sûriyeyê bên sepandin.

Ceza dê kê li xwe bigirin?

• Serokomarê Sûriyeyê.

• Hemû wezîrên kabîneya hikûmetê (bi taybetî parastin, darayî, enerjî û karên derve).

• Parêzgarê Banka Navendî û serkirdeyên leşkerî.

• Birêvebirên kompanyayên hikûmetê.

Ceza dê li her kes û aliyê biyanî jî bê ferzkirin ku alîkariya darayî, madî yan teknolojîk pêşkêşî hikûmeta Sûriyeyê bike, yan jî tevlî binpêkirina mafên mirovan bûbe.

Sektora darayî û Banka Navendî

Projeyasa cezayan li jêrxana darayî ya Sûriyeyê, Banka Navendî û hemû wan bankên biyanî ferz dike ku miameleyê pê re dikin.

Her wiha rê li ber her cure veberhênana nû ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê digire.

Rêgirtina derxistina navê Sûriyeyê ji lîsteya terorê

Taybetmendiyeke din a vê projeyasayê ew e, eger Serokê Amerîkayê bixwaze navê Sûriyeyê ji lîsteya dewletên piştgirên terorê derxe, divê 90 roj pêşwext Kongreyê agahdar bike.

Kongre jî dikare bi dengê sê li ser pêncê senatoran, biryara Serok red bike.

Helwesta li hemberî Desteya Tehrîr el-Şam

Projeyasa daxwazê ji Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê dike ku careke din "Desteya Tehrîr el-Şam" (HTŞ) (Bereya Nûsreya berê) wekî rêxistineke terorîstî ya biyanî bi nav bike.

Mercê rawestandina cezayan

Serokê Amerîkayê tenê di wê demê de dikare cezayan rawestîne ku Sûriye hemû êrişên xwe yên ji li HSDyê rawestîne.

Lê eger êriş dest pê bikin, ceza dê rasterast dîsa aktîv bibin. Ev yasa eger bê pesendkirin, dê ji bo 5 salan kar pê bê kirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin