Projeyasaya çekan li Herêma Kurdistanê hat pesendkirin

Projeyasaya çekan li Herêma Kurdistanê hat pesendkirin

.

A+A-

Projeyasaya çekan, reşnivîsa peyrewa Encûmena Bilind a Ewqaf û Karûbarên Ayînî, projeya stratejîk a Desteya Destpakiyê ya bo rûbirûbûna gendeliyê, ji aliyê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ve hat pesendkirin. Bi pesendkirina projeyasaya çekan, mercên rêpêdana bo hilgirtina çekan li Herêma Kurdistanê tên tundtirkirin.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro, 29/09/2021, bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî birêve çû.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di civînê de Wezîrê Karûbarên Ewqafê Piştîvan Sadiq reşnivîsa taybet bi civata bilind ya Ewqaf û Karûbarên Olî pêşkêş kir û Encûmena Wezîran jî bi piraniya dengên amadebûyan reşnivîsa pejirand û hat gotin, “armanc ji vê bernameya diyarkirina erk û pêkhateya civata wezaretê ye bo baştir îdarekirina milk û malên weqifkirî, hêlbirîna wan û pêşdebirina wan bo rêkxistina dahata milk û malên weqifkirî di çarçoveya zagonên berkar, parastina berejwendiyên giştî û bikaranîna dahata wan milk û malên ku bi armanca xêrxwazî hatine bexşîn an jî weqifkirin.”

Di mijara dudiyan ya civînê de reşnivîsa projeyasaya çek û hilgirtina çek li Herêma Kurdistanê de ji aliyê Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed ve hate pêşkêşkirin, ku li gor daxuyaniyê, “armanc ji vê projeyasayê rêkxistina zagon û qanûnên taybet bi kirîn, firotin û hilgirtina çek e li Herêma Kurdistanê. Piştî nirxandin û pêşkêşkirina çend têbîniyan bi li ber çavgirtina têbênî û pêşniyaran ev projeyasa jî bi piraniya dengên amadebûyan hate pejirandin û ev projeyasa jî girîngiyeke taybet ya xwe dibe di warê hilgirtina çek û kirîn û firotina çek li Herêma Kurdistanê û tundtirkirina mercên rêpêdan bo hilgirtina çek li Herêma Kurdistanê. Bi taybetî ku qanûna berkar ya taybet biçek ya niha li Herêma Kurdistanê de vedigere bo qanûna sala 1993 ku ev qanûn jî li gel pêşkeftin û rewşa niha nagonce.”

Di beşa sêyem ya civînê de nîqaş li ser projeyasaya stratejiya nîştimanî ya Desteya Destpakî û rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê, ku ji aliyê serokê desteya ve hate pêşkêşkirin û hat gotin, “ev yek jî pilanek e berfireh e desthilat û dezgehên têkildar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, bo desthilatdariyeke baştir û şefaftir, bi armanca pêşîgirtin ji çarçûrkirina samanên giştî û pêşîgirtin ji gendeliyê ku yek ji xalên serekî yên bernameya giştî ya karnameya kabîneya 9an a Hikûmeta Kurdistanê ye.”

Encûmena Wezîran li ser pêşniyara Desteya Destpakiyê ev steratejî pejrand û “piştre vê desteyê bi hemahengî û hevkarî li gel aliyên têkildar mekanîzma çawaniya cîhbicîkirina vî stratejiyê bi li ber çavgirtina taybetmendiyan, diyar dike.”

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, “Mijara dawî ya civîna Encûmena Wezîran nirxandina pêşniyara avakirina encûmenekê bû taybet bi perwerde û damezrandina encûmenê bi navê Encûmena Bawerîpêdan bi navend û bernameyên xwendinê li Wezareta Perwerde û Xwendina bilind, ku ji aliyê Serokê Encûmena Wezîran ve hatibû pêşkêşkirin.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Armanc ji damezrandina vê encûmenê, diyarkirina standardên goncaw e bo bawerîpêdanê, bi awayek ku havterîb be li gel standardên cîhanî û desteberiya nakamiya akademîkî û encamên prosesa hînkirinê û xwendinê. Encûmena Wezîran wezaret û aliyên têkildar erkdar kir daku, xetên giştî yên damezrandina vê encûmenê amade bikin, daku di civîna vê ya Encûmena Wezîran de nîqaş li ser were kirin û pişt re jî were pejrandin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin