Projeya Nasandina Kurdistanê - 'Zarok dipirsin; Kurd hene, çima Kurdistan tune ye?'

Projeya Nasandina Kurdistanê - 'Zarok dipirsin; Kurd hene, çima Kurdistan tune ye?'

.

A+A-

 Kurdekî Ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê ji bo nasandina Kurdistanê projeyeke bi navê “Geştek bo Kurdistanê” da destpêkirin. Xwediyê projeyê Hişyar Mistefa da zanîn ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku li ser Kurd û Kurdistanê zanyariyan bidin û got “Zarok dipirsin; Kurd hene, çima Kurdistan tune ye?”

Ciwanê Kurd Hişyar Mistefa yê ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Bad-Konigshofen a Almanyayê ji bo nasandina Kurdistanê û çanda Kurdan projeyeke bi navê “Geştek bo Kurdistanê” da destpêkirin.

Di wê projeya “Geştek bo Kurdistanê” de zarokên dibistanan û kesên ku li dibistanan fêrî Almanî dibin têde cih digirin. Ev geşt ji îro roja Duşemê dest pê dike, heta 14 vê mehê berdewam dike.

Herwiha geşt bê berambere û kesên ku temenê wan di ser 11 salan re bin dikarin beşar bibin.

Xwediyê projeja Geştek bo Kurdistanê” Hişyar Mistefa beşdarî bultana Rûdawê ya Taybet bo Rojava bû û di derbarê armanc û naveroka projeyê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Hişyar Mistefa da zanîn ku armanca wan ji vê projeyê ew e ku li ser Kurd û Kurdistanê zanyariyan bidin zarokên Alman û got “Em dîroka Kurdistanê fêrî zarokan dikin.”

Herwiha Hişyar Mistefa diyar kir ku ev nêzikî mehekê ye dest bi projeyê kirine û dibêje “niha 12 kes beşdarî projeyê bûne lê ji ber koronayê xelk zêde nikare beşdar bibin. Ez dixwazim dema ku ev 12 kes herne malê ji dê û bavên xwe re behsa dîroka Kurdistanê bikin û belav bikin. Me ji wan re behsa dîroka Kurdan ji pêşiya împaratoriya Medya heta 2 parçebûna Kurdistanê pişt re jî çar parçebûna Kurdistanê  Kurdistan Başûrê Kurdistanê kir.”

Mistefa ragihang kesên ku di projeyê de cih girtine yek Kurdê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ye yek ji Bakurê Kurdistanê ye û yên din jî piraniya wan Alman in.

Li ser eleqeya beşdarvana ya di derbarê Kudan de Hişyar Mistefa wiha anî ziman “Beriya ku ze dest pê bikim min ji wan pirsî `hûn dixwazin di derbarê Kurmancan de çi bizanibin?` destên xwe redikirin digotin `Kurdistan li ku derê ye?` hinekan berê zanibûn ku Kurdistan wek dewlet tuneye, digotin `çima tineye? Kurd wek milet hene çima dewleta wan tine? Çewa bûn çar parçe?` her tim pirs dikirin, min jî ji wan re vedigot.”

Naveroka projeya talentCAMPus Eine Reise nach Kurdistan (Geştek bo Kurdistanê) wiha ye:

Hûn Kurdan nas dikin? Hûn dizanin welatê wan li ku ye? Ew çandeke ku ji 2500 salan zêdetir e heye, lê di heman demê de gelê bê welat e. Hûn dixwazin bêtir nas bikin? Hûn ê li dû vê talentCAMPusê bidin. Bi me re hûn dikarin xwarinên Kurdî çêkin, govendê girêdin û heta şanoyê jî bi Kurdî bilîzin. Û tekez em ê Newroza Kurdan pîroz bikin. Em ê bi hev re gelek kêfxweş bibin û hûn ê li ser Kurdan hînî gelek tiştan bibin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin