
Prof. Bozarslan: Heta hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, pirsgirêk çareser nabe
.
Prof. Dr. Hamît Bozarslan li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan got, “Dewlet hebûna Kurdan wekî grûpeke kolektîf qebûl nake.”
Pisporê zanistên siyasî Prof. Dr. Hamît Bozarslan da zanîn ku danîna çekan a PKKyê dikare bibe gavek lê bi serê xwe têra çareseriyê nake çimkî dewleta Tirkiyeyê hebûna Pirsgirêka Kurdan û hebûna Kurdan wekî grûpeke kolektîf qebûl nake.
Prof. Dr. Hamît Bozarslan bû mêvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoya çareseriyê û rojeva danîna çekan a PKKyê bersivandin.
Hamît Bozarslan amaje pê kir ku nêrîna Tirkiyeyê ya li ser Pirsgirêka Kurdan bi 3 awayan pênase dike û got:
“Dibe ku çekdanîn gavek be lê bi serê xwe têrê nake. Ji ber ku li Tirkiyeyê problemeke pir mezin heye, ew jî ew e ku hebûna Pirsgirêka Kurdan û Kurd wekî grûpeke kolektîf nayên qebûlkirin.
Ango, nêrîna dewletê yan jî rejîmê 3 tiştan derdixe pêş:
Ya yekem, meseleya Kurdan wekî meseleyeke terorê tê qebûlkirin. Em hemû dizanin ku li her çar parçeyên Kurdistanê Pirsgirêka Kurdan sed sal in heye, ev ne meseleya terorê ye lê rejîm dixwaze beriya her tiştî vê yekê wekî meseleyeke terorê nîşan bide.
Ya duyem, rejîm dibêje ku eger meseleya Kurdan hebe, ew meseleyeke emperyalîzmê yan jî Siyonîzmê ye ku Kurdan manîpule dikin. Ev ne tiştekî rast e.
Ya sêyem jî ku ev demeke derketiye holê, meseleya Ummetê ye ku Kurd, Tirk û Ereb hemû Misilman in û divê li ser vê bingehê bigihêjin hev.”
“Meseleya Kurdan meseleya hebûnê ye”
Bozarslan diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan ne pirsgirêkeke dînî ye, pirsgirêka hebûnê ye û anî ziman:
“Meseleya Kurdan bi vê jî nayê çareserkirin, ji ber ku meseleya Kurdan ne meseleya Îslamê ye, ne meseleya dîn e. Meseleya Kurdan meseleya hebûnê ye, divê hebûna wan were qebûlkirin.”
Bozarslan li ser helwesta DEM Partiyê jî wiha axivî:
“Gotinên DEM Partiyê gelekî baş in, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Kurdistanê.
Ji ber ku ew dibêjin meseleya Kurdan beriya her tiştî meseleyeke demokrasiyê ye û çareserkirina Pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne.”
“Tirkiyeya îroyîn ne amade ye”
Bozarslan derbarê pirsa “Gelo Tirkiye amade ye mafên Kurdan di asta Destûrî de nas bike?” got:
“Em wê hîn nizanin. Tirkiyeya îroyîn ne amade ye, rejîma îroyîn ne amade ye. Em nizanin rejîma sibê dê amade be an na.
Tenê tiştê ku mirov dibîne ew e ku ez bawer im di nava civakê de meseleya Kurdan tê qebûlkirin.
Dibe ku di navbera partiyên siyasî de jî gavek were avêtin, bi taybetî eger CHP piştgiriya vê pêvajoyê bike.
Salên 2013-2014an Erdogan hebûna Pirsgirêka Kurdan qebûl kiribû lê tenê piştî salekê me dît ku li Kurdistanê serdemeke nû ya xirabkirina bajaran dest pê kir.
Îro tiştê ku Erdogan dibêje, sibe dikare vegere û siyaseteke din qebûl bike, em wê nizanin.”
“Çareserî bi qebûlkirina yekîtî û azadiyê dibe”
Hamît Bozarslan li ser pênaseya çareseriyeke rasteqîn jî wiha anî ziman:
“Heger yekîtî û azadiya Kurdan qebûl nekin, wê demê mirov nikare bibêje Pirsgirêka Kurdan dê were çareserkirin.
Ji ber ku heger ji Kurdan re bibêjin, ‘hûn jî Tirk in, wekî me Misilman in û pirsgirêkeke we nîne’, ev tê wê wateyê ku Pirsgirêka Kurdan çareser nabe.
Ev dê Pirsgirêka Kurdan çareser neke, her kes vê dizane.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin