Polîsan bi ser standa PirtûkaKurdî de girt: Kesek hat desteserkirin

Polîsan bi ser standa PirtûkaKurdî de girt: Kesek hat desteserkirin

.

A+A-

Li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê bi hinceta ku “qedexe ne” polîsan dest danî ser 3 pirtûkên Weşanên Darayê û xebatkarê standê desteser kir.

Li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê bi hinceta ku “îxbar” heye polîsan li standa Weşanên Darayê (PirtûkaKurdî) lêkolîn da destpêkirin.

Polîsan li standê nêzikî çar saetan lêkolîn kir.

Piştî lêkolînê polîsan bi hinceta ku “qedexe ye” dest danî ser pirtûka Newşîrwan Mistefa Emîn a bi navê “Hikûmeta Kurdistanê”.

Herwiha tevî ku biryara komkirinê nîne jî polîsan bi hinceta “lêkolînê” dest danî ser pirtûkên Seîd Veroj (Kurdistan 1919-1920) û Hilmî Yildirim (Kurdistan Fedaisi Muşlu Hilmi Yildirim/ Fedaîyê Kurdistanê Hîlmî Yildirimê Mûşî).

Li aliyê din polîsan xebatkarê standê yê bi navê Sebîh Yoldaş jî desteser kir.

“Dawî li zextên xwe yên li ser Kurdî û weşanxaneyên Kurdî bînin”

Pirtûka Kurdî li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û tê de got:

“Ji doh ve em li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê ne û îro polîs tên standa me, zextê li standa me dikin û nahêlin em pirtûkan bifiroşin.

Niha 10 polîs hatine standa me û me aciz dikin.

Dawiyê li vê serdegirtina kirêt bînin û dawiyê li zextên xwe yên li ser Kurdî û weşanxaneyên Kurdî bînin.

Xwediyê PirtûkaKurdî Bawer Berşev derbarê pirtûkên ku hatine komkirin de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got:

“3 pirtûkên me bi hinceta ku dibe xeter bin ji me standin.

Kurdistan 1919-1920, Kurdistan Fedaisi Muşlu Hilmi Yildirim (Fedaîyê KurdistanêHîlmî Yildirimê Mûşî), Kurdistan Hukumeti (Hikûmeta Kurdistanê).”

“Gotara Ataturk jî qedexe bikin”

Nivîskar Sedat Uluganayê ku dest danîne ser pirtûka wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha anî ziman:

“Xebata me ya dawî îro li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê ji aliyê polîsan ve hatiye komkirin.

Derbarê pirtûkê de ti qedexe nîne, bandrol û destûra weşanê hatine wergirtin.

Eger sedema vê çalakiya kêfî peyvên 'Kurdistan û Dêrsim' bin, wê gavê divê hûn pirtûkên heyî, fermanên Siltan Silêman û Nutuka Ataturk jî qedexe bikin.”

Li aliyê din, xwediyê Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî.

Berşev da zanîn ku xebatkarê wan ê ku hatibû desteserkirin şeva borî hatiye berdan.

Herwiha Berşev amaje bi wê yekê da ku yek ji pirtûkên wan ên dest bi ser de hatiye girtin doza wê hebû ye lê 2 pirtûkên din tevî ku ti doz an jî qedexeya belavkirinê li ser wan nebû jî ji aliyê polîsan ve hatine komkirin.

“Wan xwest zererê bidin standa me û weşanxaneyên Kurdan”

Bawer Berşev got, “Doh sê heb polîsên sivîl hatin ser standa weşana me.

Wan got `derbarê we de giliyek heye û em dê pirtûk kontrol bikin.`

Hevalê me jî gotiye `Belê hûn dikarin pirtûkan kontrol bikin û hemû bi bandrol in û bi destûr hatine çapkirin.`

Wan jî wêneyên pirtûkan girtine û piştre çûne cihê xwe û pirtûk kontrol kirine ka qedexe ne yan na?

Piştre bi şev careke din polîs hatin lê vê carê 6-7 kes bûn. Wan jî got pirtûkeke we qedexe ye.

Pirtûkek a Newşîrwan Mistefa Emîn heye derbarê Mehabadê bi nave Hikûmeta Kurdistanê û ev nav qedexe ye.

Hevalê me jî gotiye dibe ku qedexe be û `Eger hûn pirtûkê bibin problem nîne.`

Lê wan jî gotiye baş e lê xwestiye bêhtir zererê bidin standa me û hem jî zererê bidin weşanxaneyên Kurdan.”

“Xebatkarê desteserkirî hat berdan”

Berşev ragihand piştî wê polîsan yek bi yek pirtûkên wan kontrol kirine û wiha pê de çû:

“Piştî kontrolê 2-3 heb pirtûkên din ên derbarê nave Kurdistanê de bi hinceta ku dibe ew jî qedexe bin an jî problemeke wan hebe li ser wan sekinîn.

Pirtûkên `Kurdistan 1919-1920`, `Fedaiyê Kurdistanê Hilmî Yildirimê Muşî` û `Hikûmeta Kurdistanê` hene ku behsa Kurdistanê dikin lê xuya ye li ser peyva Kurdistanê sekinîne û ew pirtûk xwestin.

Wan piştre hevalê me girt û ew bir rêveberiya ewlehiyê. Piştî demjimêr 1ê şevê ew hat berdan.

Parêzerên xwebexş li ser sekinîn û bi saya wan hat berdan.”

“Berpirsên pêşangehê gelekî alîkariya me kir”

Xwediyê Weşanxaneya Darayê Bawer Berşev di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ew dê dîsa li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê hazir bin û got:

“Berpirsên pêşangehê gelekî alîkariya me kir.

Eger wan jî wekî polîsan kiriba, eger hebû em pêşangehê prostesto bikin û beşdar nebin.”

 

RÛDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin