Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBPyê de girtiye

Polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBPyê de girtiye

.

A+A-

Amed di serî de, li gelek bajaran polîsan bi ser avahiyên DBPyê û malên rêvebirên wan de girtine. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir hatiye desteserkirin.

Polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Biroya Şêwirmendiyê ya heman partiyê de girtiye.

Polîsan avêtiye li ser mala Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindirî jî. Polîsan li malê lêgerîn pêk aniye û piştre Bayindir desteser kirine. Dema Bayindir ji avahiyê derdixistine, Bayindir îşareta serkeftinê nîşan daye lê polîs destê wî anîne xwarê. Bayindir birine Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

 

Navenda Giştî ya DBPyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê vîdeoyek weşandiye ku dema desteserkirina Hevserokê DBPê Keskin Bayindirî tê de ye. DBPyê di vê tweetê de gotiye: "We gelek caran ceriband ku hûn nizarin bi zext û zordariyan desteserkirinan, bi operasyonên qirkirina siyasî me bibizdînin. Hûnê bi tenê kurdekî jî nebînin ku serê xwe ji faşîzmê re tewandiye, gav bi şûn de atiye, wê temenê we yê siyasî têra vî tiştî neke."

Şandeyek ji HDPyê çûye avahiya DBPyê  

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Wekîla Seroka Koma HDPyê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDPyê Dersim Dag, Remziye Tosun, Îmam Taşçier û Feleknas Ûca çûna Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBPyê ku lêgerîn lê didome. Hevserokên HDPya Amedê Zeyad Ceylan û Gulistan Atasoy jî li ber avahiyê disekinin. 

Deriyên avahiyan hatine şikandin  

Her wiha polîsan bi ser avahiya Navenda Giştî ya DBPyê ya li Balgata Enqereyê de jî girtine. Polîsan derbarê lêpirsînê de agahî nedane û derdora avahiyê dorpêç kiriye. Lêgerîna polîsan didome. 

Polîsan li Mêrdîn, Şirnex, Wan, Êlih, Riha û Dîlokê jî avêtine li ser avahiyên DBPyê û di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatine şikandin.  

Fotograf: MA

Hevserokên bajaran hatine desteserkirin

Li gorî zanyariyên li ber destan; Hevserokê DBPyê yê Şirnexê Zekî Îrmez, Hevserokên DBPyê yên Wanê Şengul Polat û Harûn Okay, Hevserokê DBPyê yê Rihayê Hîdayet Enmek, Hevserokên DBPyê yên Dîlokê Ethem Unal û Zelîha Aslan, Hevserokê DBPyê yê Mêrdînê Şerafettîn Aslan hatine desteserkirin.

Hat diyarkirin ku lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatiye destpêkirin û tê gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Hat zanîn ku siyasetmedarên hatine binçavkirin dê bînin Amedê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin