Polîsan bi ser gelek saziyên Îslamî de girt

Polîsan bi ser gelek saziyên Îslamî de girt

.

A+A-

 Polîsê Almanyayê, li bajarê Hamburgê bi hênceta ku pêwendiya wan bi saziyên Îslamî û Hîzbulahê re heye bi ser gelek saziyan de girt.

Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, ferman daye ku li hemberî 54 saziyên Navenda Îslamî ya Hamburgê operasyon were kirin.

Navenda Îslamî ya Hamburgê, bi taybetî Mizgefta Îmam Elî ya li Hamburgê kontrol dike.

hatiye ragihandin ku 500 polîs tevlî operasyonê bûne û nêzîkî salekiye çalakiyên Navenda Îslamî ya Hamburgê tên şopandin.

Herwiha hat ragihandin ku Îran hewl dide xebatên xwe yên li almanyayê berfireh bike.

Wezîra Karên Navxwe ya Almanyayê Nancy Faeserê jî li ser mijarê daxuyaniyek da û destnîşar kir ku ew destûrê nadin tevgerên li dijî Cihûyan.

Almanya, Hizbulahê wekî rexistineke terorî nas dike û sala 2020an xebatên Hizbulahê yên li Almanyayê qedexe kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin