Platforma Zimanê Kurdî: Bi rêya e-dewletê serlêdana dersa Kurdî bikin

Platforma Zimanê Kurdî: Bi rêya e-dewletê serlêdana dersa Kurdî bikin

.

A+A-

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) bang li hemû Kurdan kir ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin û ragihand, dersa Kurdî mafeke ku divê Kurd bi hemû awayî lê xwedî derbikevin. PZKê herwiha diyar kir, polîtîkaya dewletê derxistina astengiya li pêşiya dersa Kurdî ye û lewra jî zarokan bi başî ji dersê agahdar nakin û bang li dayik û bavên Kurd kir ku vê siyasetê vala derxînin û di ser e-dewletê re serlêdanên xwe bikin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin. Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin.

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê îsal bi awayekî fermî dema destpêkirina dersa bijarte ranegihand, lê piştî belavkirina formê bi hişyariya saziyên ziman weke sala borî kampaniyek hat destpêkirin û dê ew kampanya heta dema bi dawîbûna vê proseyê wate roja 20ê vê mehê berdewam be.

Platforma Zimanê Kurdî jî îro ji bo ku balê bikişîne ser hilbijartina dersa Kurdî, îro li Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê saz kir.

Daxuyanî ji aliyê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê ve hat xwendin û tê de bang li malbatên Kurd û xwendekarên Kurd hat kirin ku derfeta dersa bijarte ya Kurdî bi kar bînin û dersa Kurdî hilbijêrin.

Platforma Zimanê Kurdî, dersa bijarte ya Kurdî weke “mafek ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lê derbikevin” bi nav kir û ragihand: “Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayîkê be jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin.”

Daxuyanî wiha ye:

Zimanê Kurdî Hilbijêrin!

Piştî destpêka sala nû li dibistanan demeke din ji bona dersên bijarte destpê dike. Niha dema ku şagirt hinek dersên bijarte hilbijêrin. Ev mafeke ku divê Kurd bi hemû haweyan xwedî lêderbikevin. Her çiqasî armanca me ya sereke perwerde bi zimanê dayîkê be jî, divê zimanê Kurdî weke dersa bijarte, ji aliyê hemû Kurdan ve weke gava pêşî were nirxandin. Dersa bijarte ji bona şagirtên Kurdan helwesteke zimanî ye. Em vê derfeta ku heye baş bicîh werinîn, wê di pêşerojê de dergeh li ber perwerda bi zimanê dayîkê vebe.

Xebata ji bona mafê perwerde bi zimanê Kurdî bi salan e ku berdewam dike. Mafê dersa bijartê yek jî encamê vê têkoşînê ye ku Gelê Kurd bi ked û xebata xwe bidest xistiye. Tu kes mafê gelê Kurd belaş nade wana. Li gorî tecrubeyên sala çûyî me eşkere dît ku sazî û siyaseta dewletê astengan li pêşberî dersa bijartê derdixînin. Dê û bavan di vê mijarê de baş agahdar nakin. Sazîyên dewletê û siyaset di pratîkê de nexwazin ku hejmara şagirtên ku dersa bijarte hildibijêrin zêde bibin.

Platforma Zimanê Kurdî bangî dê û bavên Kurd dike ku vê siyasetê vala derxînin. Em dikarin bi hêsanî li ser rêya e-dewletê serlêdana dersa bijarte bikin. Em vê salê serlêdanên xwe di ser e-dewletê re bikin, ji ber ku ev serlêdan wê gavê dibe weke belgeyeke fermî ku kes nikare winda bike.

Wê bi demê re jî hewcedariya hejmara mamosteyên Zimanê Kurdî zêde bibe û zanîngeh jî neçarin li gorî vê rastîyê mamosteyên Kurdî perwerde bikin. Mamosteyên Kurdî ku hene jî bi vî haweyî dibin xwedî kar. Ev jî ji bona xurtkirina perwerda bi Zimanê Kurdî destkeftiyeke mezin e. Di vê mijarê de çiqasî zor û zehmetî hebe jî, divê dayîk û bav xwedî li zimanê Kurdî derkevin. Zimanê xwe hilbijêrin. Em weke Platforma Zimanê Kurdî bangî hemû Kurdan dikin ku di dibistanan de dersa zimanê Kurdi hilbijêrin. Çi Kurmanc çi Zaza bê cudabûn, divê zarokên me di dibistanan de zimanê xwe hilbijêrin.

Banga me ji hemû partiyên siyasî, saziyên sivîl, medya Kurdî, rewşenbîr û hunermendan re  ev e; her kes ji aliyê xwe de bila xwedî li dersa zimanê Kurdî derkevin. Dîsa bi derfetên xwe jî zimanê xwe fêrbibin. Em bi hevdû re ji bona zimanê Kurdî kar bikin, hevbeş bibin, hişmendiya zimanê Kurdi bilind bikin. Di nava Kurdan de bila nivîsandin, xwendin û axaftina bi zimanê Kurdi bibe helwesteke xwezayî, civakî û netewî. Bila herdem zimanê Kurdî bibe rengê mirovê Kurd û nasnama wî bide der.

Platforma Zimanê Kurdî

Amed  13-01-2023

anyconv-com-5-001.jpganyconv-com-2-001.jpganyconv-com-3-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin