
PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
.
PKKyê eşkere kir ku wê 12emîn kongreya xwe bi awayekî serkeftî li dar xist.
PKKyê li ser kongreyê got: “Kongreya 12emîn a PKK di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hate lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn."
“Kongre li 2 qadên cuda hat lidarxistin”
Daxuyaniya PKKyê Kongreya 12emîn a PKKyê bi vî rengî ye:
"Kongreya 12emîn a PKKyê di navbera 5-7ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî serketî hat lidarxistin. Kongre bi beşdariya delegeyên ku hemû qadên kar temsîl dikin, li du qadên cuda paralelî hev hate pêkanîn.
Kongreya 12emîn a PKKyê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan li hev kom bû.
Kongreyê di serî de Rêber Apo bi hesret û hurmet silav kir, perspektîf û pêşniyarên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo kongreyê xwend û nirxand. Her wiha rapora kurt a Komîteya Navendî ya PKKyê jî li kongreyê hate xwendin û nîqaşkirin.
Di vê çarçoveyê de Kongreya 12emîn a PKKê li ser bingeha banga Rêber Apo, têkildarî karên PKKyê biryarên girîng ên dîrokî wergirt.
Kongreya 12emîn a PKKyê ku di meha şehîdan Meha Gulanê de pêk hat, şehîdên leheng ên têkoşîna dîrokî ya 52 salan bi hurmet, hezkirin û minnet bi bîr anî.
Bang li gelê me yê welatparêz û hêzên sosyalîst demokratîk hemûyan kir ku bi rengekî rast xwedî li şehîdên me û hemû nirxên demokratîk û neteweyî yên têkoşîna mezin a 52 salan derkevin, bijîn û bidin jiyîn.
Kongreya 12emîn a PKKyê şehîd Sirri Sureyya Onder jî bi hurmet û minnet bi bîr anî ku di amadekariyê de yek ji wan kesayetan bû ku kedeke mezin da.
Ji bo serxistina armanca civaka demokratîk û aştiyê ya vî mirovê hêja ku 12 salan hevrêtî ji Rêber Apo re kir, bang li her kesî kir ku bi hevkarî bixebitin.
Encamên Kongreya 12emîn a PKKyê û agahî û belgeyên berfireh ên li ser biryarên hatin wergirtin, piştî ku encamên li du qadên cuda kir yek, wê di demeke gelekî nêz de bi raya giştî re bêne parvekirin.
Li ser van bingehan, di şexsê şehîdê me yê mezin ê yekemîn hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng hemûyan careke din bi hurmet û minnet bi bîr tînin.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz û dostên xwe yên demokratîk dikin ku li her qadê şehîdên me yên leheng bi bîr bînin û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hîn bêhtir bilind bikin.”
Ocalan banga xwefesixkirinê li PKKyê kiribû
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe di zûka kongreya xwe bicivîne xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê pêbendî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)1ê Adarê agirbest ragihandibû ku ji bo hemû hêzên girêdayî wan derbasdar e.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) 1ê Adarê agirbest ragihandibû.
PKKyê her wiha diyar kir ku ew amade ne ji bo xwefesixkirinê kongreya xwe jî saz bikin lê divê Ocalan bi rê ve bibe.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ku saziyeke biryarder a Leşkerî ya hemû komên PKKyê ve ye 2yê derbarê biryara agirbestê ya ku PKKyê ragihandiye bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” daxuyaniyek belav kir û wê jî eşkere kiribû ku dê pabendî biryara agirbestê bin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin