
Piştî rawestîna şer dê 602 gundên Başûrê Kurdistanê dîsa ava bibin
.
Eger biryara Kongreya 12an a PKK ya xwefesixkirin û çekdanînê were bicîhkirin, li Başûrê Kurdistanê 602 gundêm ku ji ber şerê PKK-Tirkiye hatine valakirin an jî metirsiya valakirinê li ser wan heye dê dîsa ava bibin.
Ev gund bi qonaxan ji salên 80yî yên sedsala borî heta van salên dawî hatine valakirin.
Hinek bi tevahî hatine valakirin û hejmarek ji wan jî xelkê wan bi roj diçin çandiniyê û bi şev vedigerin.
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12an ku bi beşdariya 232 endaman pêkhatibû eşkere kirin.
Li gorî biryaran, "PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan.”
Gundên ku hatine valakirin
Li gorî lêkolînên rêxistina CPTyê ya Amerîkî, li sînorê parêzgeha Duhokê zêdeyî 400 gundî hatine valakirin an jî metirsiya valakirinê li ser wan heye.
Li sînorê Amêdiyê 200 gund, li sînorê Akrê 25 gund, li Zaxo 30 gund û li qezaya Şêxan jî 10 gund hatine valakirin.
Her wiha li sînorê qezaya Sîdekanê ya parêzgeha Hewlêrê jî 118 gund hatine valakirin.
Endamê Tîma Kurdistana Îraqê ya Rêxistina CPTyê Kameran Osman ji Rûdaw re ragihand ku ji wan 602 gundan, 185 bi tevahî hatine valakirin û 400 gund nehatine avakirin û hinek jî bi roj ava ne û bi şev tên valakirin.
Hejmara bingeh û baregehên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê
Li gorî lêkolînên rêxistina CPTyê, 76 baregeh û bingehên leşkerî yên Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê hene ku 67 ji wan baregeh û 9 jî bingeh in.
Nêzîkî 50 ji wan dikevin sînorê parêzgeha Duhokê. 23 baregeh li Amêdî, Şêladizê, Kanî Masî, Bamernê û Dêrelûkê. 18 baregeh jî li îdareya serbixwe ya Zaxo.
Herwiha 9 bingehên leşkerî hene, ku şeş ji wan li Heftanînê ne û sê jî li Sîdekan in.
Derbarê mijarê de Pisporê leşkerî Cebar Yawer ji Rûdaw re got:
"Li gorî wê rêkeftina ewlehiyê ya di navbera Bexda û Enqerê de hatiye kirin, eger Partiya Karkerên Kurdistanê çekan deyne, Tirkiye ji axa Îraqê (Başûrê Kurdistanê) vedikişe."
"Tirkiye bi kûrahiya 105 km hatiye nav axa Îraqê"
Li gorî raporeke Wezareta Parastinê ya Îraqê ku 2022yan belav kiriye, zêdeyî çar hezar leşkerên Tirkiyeyê li nav axa Îraqê (Herêma Kurdistanê) hene û bi kûrahiya 105 kîlometreyan hatine nav axa Îraqê ku Baregeha herî dûr a leşkerî ya Zêlkanê ya li deşta Nînovayê ye.
Li gorî daneyên rêxistina CPTyê ku ji Rûdaw re şandine, ji ber bombebarankirina sînorên Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiye û Îranê ve, ji sala 1990î ve zêdeyî 850 welatiyan canê xwe ji dest daye.
Piraniya wan ji ber bombebaran û êrîşên Tirkiyeyê bûne.
"Zêdeyî 810 km² ax dê vegere bin desthilata me"
Qeymeqamê Qezaya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji Rûdaw re axivî û got:
"Demeke dirêj e rewşa sînorê Sîdekanê gelekî aram e û tu şer û bombebaranek nîne.
Niha zêdeyî nîvê axa sînorê Sîdekanê ji ber şer û aloziyên berê hatiye valakirin ku 118 gundan li xwe digire."
Sînorê qezaya Sîdekanê 1617 kîlometren çargoşe ye.
Li gorî qeymeqam, eger pêvajoya çekdanîna PKKyê serketî be, zêdeyî 810 kîlometre çargoşe dê vegere bin desthilata îdareya qezayê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin