Piştî ku 4 Kurdan canê xwe ji dest da rêya Hewlêr-Kerkûkê hate vekirin

Piştî ku 4 Kurdan canê xwe ji dest da rêya Hewlêr-Kerkûkê hate vekirin

.

A+A-

Qedexeya çûnûhatinê ya li Kerkûk a Başûrê Kurdistanê hate rakirin.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, hêzeke zêde ya ewlehiyê li taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine bicihkirin û rewşa taxên din asayî ye.

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê piştî ku alîgirên Heşdî Şeibiyê li dijî biryara vegera PDKyê rêya Kerkûk-Hewlêrê girtin, Kurdan jî li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistin.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Şiwanî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di amaran de guherên çêbûne û got:

“Heta niha 4 xwepêşanderan canê xwe ji dest daye û 15 kes jî birîndar bûne ku birîna yekî ji wan giran e.”

Amir Şiwanî herwiha destnîşan kir ku rêya Hewlêr û Kerkûkê jî bi fermî hatiye vekirin û hemû kelûpelên ku rê pê girtibûn hatin rakirin.

Amir Şiwanî li ser konên ku ji bo girtina rêya Hewlêr û Kerkûkê ji aliyê Ereb û Tirkmenan ve hatibûn danîn jî anî ziman ku ew kon hatine rakirin û rewşa cadeyê asayî ye.

Doh piştî xwepêşandanên Kurdan li Kerkûkê ji bo 24 demjimêran qedexeya çûnûhatinê hatibû ragihandin.

Amir Şiwanî diyar kir ku îro di demjimêr 08:30î de qedexeya çûnûhatinê hatine rakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin