Piştî biryara Dadgeha Iraqê çi bijarde li pêş Herêma Kurdistanê hene?

Piştî biryara Dadgeha Iraqê çi bijarde li pêş Herêma Kurdistanê hene?

.

A+A-

Biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê, ku yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nedestûrî qebûl kir, Herêma Kurdistanê xistiye ber çend bijardeyên diyarkirî, di nav de pabendnebûna bi biryarê yan gotûbêj û lihevkirin di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî pêkanîna hikûmeta nû, û çend bijardeyên din.

Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê, ku bi sedema du giliyên hatine dayîn, yek ji wan vedigere pêştir 10 salan, hemû girêbestên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî nedestûrî dibîne.

Ligel wê ya ku xala 111 a destûra Iraqê dibêje, petrol û gaz mulkê hemû xelkê Iraqê ye li hemû herêm û parêzgehan û xala 112an jî rê dide bi birêvebirina hevbeşane derxistina petrol û gazê li nav Herêm û navendê de, bi curekê dahat jî bi yeksanî û li gor nişteciyan bê dabeşkirin. Lê hikûmeta Iraqê ji 2014an ve beşa butçeyê ya Herêma Kurdistanê birî û niha jî mehane 200 milyar dînar dişîne.

Biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê, ku bi sedema du giliyên hatine dayîn, yek ji wan vedigere pêştir 10 salan, hemû girêbestên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê û kompanyayên biyanî nedestûrî dibîne.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla diyar kir ku biryara Dadgeha Fedralî ya Iraqê siyasî ye û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê bi rêya diyalogê vê pirsê çareser bike.

Bandorên siyasî û aborî yên biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê hene, ji ber ku biryar di demekê de hat dayîn ku hilbijartinên serokomarî û hikûmeta nû ya Iraqê di rewşek hestiyar de ne, tevî ku îstinafa biryarê nîne, lê li nav Herêma Kurdistanê rexne û tehn lê hat girtin. Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê jî biryar wek nedestûrî û neyasayî bi nav kir û daxwaz kir ku ji ber rewş aloztir nebe, dadgeh li biryara xwe vegere.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin