Piştî 12 salan alaya Sûriyê li Lûtkeya Komkara Erebî hat bilindkirin

Piştî 12 salan alaya Sûriyê li Lûtkeya Komkara Erebî hat bilindkirin

.

A+A-

 Piştî 12 salan ji rawestandina endamtiya Sûriyê, alaya vî welatî li Lûtkeya Komkara Erebî ya ku dê li bajarê Cedde yê Erebistana Siûdiyê bê lidarxistin tê bilindkirin.

Bi nerîna şirovekarekî Ereb, vegerandina Sûriyê bo nav Komkara Erebî wê bibe sedema yekrêziya neteweya Ereb û fakterek bo rûbirûbûna terorê.

Şîrovekarê siyasî Îsa el-Amirî anî ziman, “Îro amadebûna Sûriyê wek welatekî Erebî bibandor dibe sedema yekrêziya welatên Ereb û welatên Kendavê, ev yek dibe wateya rûbirûbûna terorê û yekrêziya neteweya Ereb. Lewra vegera Sûriyê nav Komkara Erebî tiştekî pêwîste. Tevî ku ev lûtke rûbirûyê astengiyan dibe, lê em bi hêvî ne bibe çiraya hêviyê bo daxwaziyên navçeyê.”

Niha li bajarê Cedde yê Siûdiyê, hemû amdekarî bo birêveçûna Lûtkeya 32emîn a Komkara Erebî temam bûne, ku 19ê vê mehê bi amadebûna serkirdeyên Ereb dest bi kar û civînên xwe dike.

Şîrovekarê siyasî Îsa el-Amirî got, “Bi saya Xwedê çend astengî hene em dê wan derbas bikin, bi taybetî piştî Coronayê ku berî du salan li cîhanê belav bûbû û bandoreke xirab li aboriya welatên Ereb, Kendavê û cîhanê kiribû, îro em dixwazin aboriyeke baştir pêş bixin, lewra divê em balê bikişînin ser geşepêdan û hevbeşiyeke Kendavî-Erebî.”

10ê Gulanê Erebistana Siûdiyê bi awayekî fermî Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed ji bo Lûtkeya Komkara Erebî vexwend ku di lûtkeya herî dawî de li bajarê Sirt ê Lîbyayê sala 2010an amade bibû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin