Piştî 11 salan şandeke Yekîtiya Ewropayê serdana Sûriyê kir

Piştî 11 salan şandeke Yekîtiya Ewropayê serdana Sûriyê kir

.

A+A-

 Şandeke hevbeş a Ewropî û karûbarên mirovî ya navdewletî ji bo cara yekemîn piştî 11 salan serdana Sûriyê dike.

Şanda Yekîtiya Ewropa ji bo Sûriyê ragihand ku serokê wê şandê Dan Stoenescu, li gel Berpirsê Karûbarê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Imran Reda serdana Sûriyê kirine û çûne bajarên Heleb, Hums û Hemayê.

Ofîsa Rêkxistina Karûbarên Mirovî li Sûriyê wêneyê balafira Neteweyên Yekbûyî li balafirgeha Helebê belav kiriye û nivîsandiye, ev serdana hevbeş a yekem di demekê de ye ku pêwîstiyên mirovî ji bo Sûriyê bi awayekî bilez zêde dibin.

Roja Duşemê, Berpirsê Karûbarê Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê, Imran Reda twît kir ku ew û Stoenescu di balafirekê de bûn ku ber bi Helebê ve diçû.

Imran Reda di twîtta xwe de ragihandiye, “Em bi Stoitescu re ji bo serdaneke hevbeş diçin Helebê. Spas ji Bernameya Xwarinê ya Cîhanî û xêrxwazan re ji bo baştirkirina gihîştina alîkariyên mirovî bo bakur û bakurê rojhilat bi rêya firokeyan.”

Reda herwiha diyar kiriye, “Ev yekem serdana hevbeş e bi nûneratiya YE re li Heleb, Hums û Hemayê ku ji destpêka krîzê ve pêk tê. Ji ber ku pêwîstî li Sûriyê mezin dibin, pêdivî ye ku balê bikişîne ser başbûn û veberhênana zû, ji bo rêgirtin ji xirabtirbûna şert û mercên jiyanê.”

Piştî 11 salan ev cara yekemîn e şandeke Ewropayê serdana Sûriyê dike. Ji 2011an ve ti şandeke Yekîtiya Ewropayê qet serdana navçeyên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de nekirine.

Di sala 2011an de xwepêşandanên li dijî hikûmet û rejîma siyasî ya li Sûriyê dest pê kirin ku piştî demekê veguherî alozî û şerekî navxweyî ku piştî 11 salan hêj jî berdewam e.

Bi salan e ku Yekîtiya Ewropayê siza li ser rejîma Sûriyê, kes û kompaniyên girêdayî wê sepandiye. Hevdem YE tekezî li ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gor biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî dike.

Guhertina helwêstê piştî wê yekê hat ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê, Beşar Ceiferî, bi serokên ofîs û nûnertiyên ajansên Netewên Yekbûyî yên ku li Sûriyê kar dikin re “mekanîzmayên misogerkirina cîbicîkirina biryara 2642 a Encûmena Asayişa Navdewletî ya li ser rewşa mirovî li Sûriyê gotûbêj kir.”

Li gorî ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANAyê, her du aliyan li ser “planên Neteweyên Yekbûyî ji bo cîbicîkirina projeyên derbarê nûjekirina li Sûriyê, bi taybetî di sektora elektrîk û avê de” gotûbêj kirin.

Piştî van gotûbêjan, roja Yekşemê peywendiyeke telefonî “kurt” di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyê, Feysel Miqdad û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres de pêk hat.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin