Pisporekî yasayî û destûrî: Hikûmeta federal 33 madeyên destûrê li hember Kurdistanê binpê kiriye

Pisporekî yasayî û destûrî: Hikûmeta federal 33 madeyên destûrê li hember Kurdistanê binpê kiriye

.

A+A-

Pisporê yasayî û destûrî Dr. Serdar Qadir ragihand, biryara hikûmeta federal a têkildarî rawestandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, di vê demê de, biryareke siyasî ye ku ji aliyê Nûrî Malikî û Qeys Xezelî ve li dijî Herêma Kurdistanê hatiye dayîn.

Dr. Serdar Qadir ji Kurdistan24ê re axivî û got, biryara hikûmeta federal a rawestandina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê, di vê demê de, biryareke siyasî ye ku ji aliyê komeke di nav Çarçoveya Hemahengiya Şîe de hatiye dayîn û mebesta wan ne tenê birîna mûçeyan e.

Wî pirsî: "Gelo tiştê ku hikûmeta Iraqê li hember Herêma Kurdistanê dike, li gorî destûr, rêwerzên budceyê û hemû peymanên navneteweyî yên heyî, li hember gelekî cih digire? Bêguman na."

Serdar Qadir herwiha da zanîn, hikûmeta Iraqê di 54 cihên destûra Iraqê de ku dike 33 madeyên taybet e bi jiyaneke şayiste ya welatiyên Herêma Kurdistanê, binpê kirine û got: "Ev yek dihêle ku em li Iraqê wek welatiyên pileya duyem bên dîtin, ji ber ku dema ew mûçeyan werdigirin divê em li benda mûçeyan bimînin. Ango, tiştê ku ew dikin li gorî yasa û destûrê wek muameleya bi welatiyên pileya duyem re ye."

Wî pisporê yasayî tekez kir, Bexda bi ti awayî ne amade ye wek herêmeke federal serederiyê ligel Herêma Kurdistanê bike û her dema ku hevkêşeyeke siyasî derkeve holê, daxwaz dike ku yan em ligel wan bin yan jî dijminê wan bin. Herwiha got: "Niha hin tevgerên siyasî li Herêma Kurdistanê di asta dîplomasî û piştevaniya navneteweyî de hene, ku ew (Bexda) zêdetir nîgeran kirine."

Herwiha eşkere kir: "Ji 23 wezaretan, 12 wezaret di bin destê Çarçoveya Hemahengiyê de ne. Bi vê yekê biryar li cem wan e. Ji wan jî, çar wezaret tenê li cem partiya Nûrî Malikî ne, ku Wezareta Petrol, Darayî û Plansaziyê jî di nav de ne. Lewma, ew biryara ku derketiye rasterast ji aliyê Malikî û Qeys Xezelî ve li dijî Herêma Kurdistanê ye."

Karvendan û pêngavên Herêma Kurdistanê

Ev daxuyaniyên Dr. Serdar Qadir di demekê de tên ku îro Şemiyê, 31ê Gulana 2025an, civîneke girîng û berfireh a hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi serpereştiya Desteya Kargêrî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Pîrmamê birêve çû. Di civînê de rewşa giştî û helwesta li hember biryara Wezareta Darayî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî bi nivîseke fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kiribû ku êdî nikare şandina mûçeyan berdewam bike, bi hinceta ku Herêmê para xwe ya diyarkirî ji budceyê derbas kiriye û 19.2 trîlyon dînara dahata petrol û ne-petrolê radest nekiriye.

Polîtburoya PDKê roja 29ê Gulanê, ragihandibû ku ev biryar "li dijî destûr û bingehên peymana pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkê ye." 

PDKê herwiha da zanîn ku ev mijar dê di civîna bê ya Komîteya Navendî ya partiyê de di 2ê Hezîrana 2025an de bê gengeşekirin û eger heta beriya Cejna Qurbanê maf û şayisteyên darayî neyên şandin, dê helwesteke wan a cidî hebe.

Heman rojê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî ragihandibû, fraksiyonên Kurdistanî nameyek ji Serokwezîrê Iraqê re şandine û biryara Wezareta Darayî wek "hewldana birçîkirina welatiyan" û binpêkirina mafên karmendên Herêma Kurdistanê bi nav kiribû.

K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin