Pisporê Îslamê: Mele dikarin bi Kurdî bang bidin

Pisporê Îslamê: Mele dikarin bi Kurdî bang bidin

.

A+A-

Pisporê Ramana Îslamî Dr. Qadir Qişûrî diyar kir ku nimêj, banga nimêjê û îbadetên din jî dikarin bi Kurdî bin û dibêje, hemû ziman, zimanê Erebî jî di nav de, di astekê de ne û ti zimanek ji zimanekî din ne pîroztir e.

Pisporê Ramana Îslamî Dr. Qadir Qişûrî di bernameya Paşîvê ya Rûdawê de got, “Bi gelek zanayên Îslamê wiha ye ku divê bi zimanê Erebî nimêj were kirin lê qet pirsgirêkek tê de nîne ku bi zimanê Kurdî yan jî bi zimanekî din nimêj bikî.”

Dr. Qadir Qişûrî diyar kir, Îmam Ebû Henîfe gotiye baştir e ku meriv nimêjê bi zimanê Erebî bike lê heger kesek bi Erebî nizanibe û nikaribe bi Erebî nimêjê bixwîne, dikare bi zimanê xwe yê dayikê nimêja xwe bike.

Dr. Qadir Qişûrî anî ziman, gelemperiyê zanayên Îslamê wisa difikirin ku ji xeynî nimêjê, îbadetên din ên wek banga nimêjê û telqîna mirî,  bi Kurdî werin kirin.

Pisporê Ramana Îslamî, Dr. Qadir Qişûrî li ser pîroziya zimanê Erebî jî got, “Tekane xala îmtiyaz a zimanê Erebî ew e ku Xweda Qurana pîroz bo pêxemberê Îslamê bi Erebî şandiye, ew jî ji ber wê bûye ku Ereban bi ti zimanan nedizanî yan na li ba Xweda zimanek ji zimanekî din ne pîroztir e.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin