Pirtuka (Rovî'ye Xasuk) Nivîskar İskan Tolun, ya ku jibo zaroka nivîsîye li benda çapkirinê ye

Pirtuka (Rovî'ye Xasuk) Nivîskar İskan Tolun, ya ku jibo zaroka nivîsîye li benda çapkirinê ye

.

A+A-

 

İSKAN TOLUN 

 

Pirtuka (Rovî'ye Xasuk) Nivîskar İskan Tolun, ya ku jibo zaroka nivîsîye li benda çapkirinê ye. Wê di demeke nêzîk de li sitê internetê û hemî pirtukxanade cîyê xwe bigre. Gelî zarokê delal, li bendê bin!...

 

Pêşgotin

 

Gelî zarokên hêja, delal û pak. Ez dixwazim çend peyva ji were bêjim û dawî jî çend çîroka binifsînim; yên ku hûn karîbin bi kêf  bixwînin. Lê di pêşîde ez dixwazim bêjim:

Gereke mebesteke (Hedef) meriv hebe û meriv hertim ji xwe re bêje:

“Ezê bivim Textor, Muhendîs, Ébûqat, Dozger, Hakim û wekî din û wekî dinê û pêre jî gereke, armanca meriv her tim serketin be. Ku meriv bi xwe bawer be û bi hewl, bi taybet jî, bi bawerîyke hezkirinî nig bawêje, (Belkî hinek astengî derên, lê qet xeme) wê meriv di demeke kin de  serkeftinê bidest bixe. Gereke ev yek qet neyê ji bîrkirin!…

 

Belê, peyven min wê bi taybet liser hezkirinêbin. Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe. Pêwîste ku meriv ji hev û din hezbike. Belê, meriv bi piranî ji çi û kî hezdike? Ez bawerim ku niha di serê wede wek:

“Xwarin-vexwarin, gera li bajêr; dibistan, mamoste, dê û bav, xweşk û bira, dost û heval," derbas dibin. Evê ku di rêzê de hatin bi bîr anîn, gelek hêjayî hezkirinêne. Lê belê ev tenê ne besin. Hezkirina cî û war, welat, mirovatîyê, xwezayê, tabîétê, dar û beran, heywanan jî pir pêwîste. Evên dawî jî gereke qet neyên ji bir kirin.

 

Ji ber ku jiyana insanan, dar û beran û heywanan, bi kurtasi xwezayê, tabîétê tev bi heve girêdaye. Lê belê, pêwîste ku meriv xwe ji hinek  heywanên bitalûke dur bike. (Li xwarê, di çîroka de hunê hinek heywanên bitaluke jî nas bikin.) Ji xwe hûn hêdî hêdî li dibistanêde hînî xwezayê, tabîétê, fêrî pêwîstîya dar û beran, heywanan û gelek tiştên din  jî dibin. Serkeftin ji were!...

 

Wek tê zanîn, nêzî pênc salîya xwe meriv hêdî hêdî hînî jîyanê dibe: Hezkirin şa dike, bê hezkirin xemgîn dike, sarma di cimîdîne, agir di şewitîne, bê xwarin-vexwarin jiyan nabe. Dure jî meriv derdorê xwe, hestê xwe û obja, yanî tişta nas dike. Her tişt ji meriv re mezin xwîyanî dikin û meriv mola xwe dide ser leyîstika. Ji xwe di virde, hûn jî zanin ku dibistan dest pêdike. Dibê ku ket neyê ji bir kirin, li her derî, li her warî gereke meriv bi hevalên xwere demên  baş derbas bike. Ev yek ne pir zore. Mînak, meriv ji hev re bi kêf be, bi xebera xweş bi axive û bi comerdî parveke.  Parvekirin, qedandine, merdîtîye, însanetîye, comertîye. Tê gotin ku:

Dilşadî, Berxtewarî, Édalet, Azadî, Hiquq, Însanetî û Hezkirin her çikas parvebive, hewkas zêde dibe...

 

 

(Gelale'ya pişt qab)

ROVÎ'YÊ XASUK

 

(Peyvên Feylezofî û Çîrok)

 

 

 

Gelî zarokên hêja, delal û pak. Tê goten ku:

Nerm bun ji hişk bunê, av ji kevir, hezkirin ji zorê zeximtire, çêtire… Ji xwe jîyan bê hezkirin nabe.

 

Gereke meriv ji xebera dê û bavê xwe dernekeve. Dê û bav, her tim dixwazin zarokên wan bi çîk bin, serkeftî bin. Lê gereke mebesteke (Hedef) meriv jî hebe, wek: Textorî, Muhendisî, Parêzerî, Dozgerî û wekî dinê...

 

Ku her tim di deste we de pênus, pirtuk, an jî kovar hebe, jiyana we jî, wê gelek baş, pir xweş be. Hunê nêzî mebesta xwe bin û  serkeftînê bi dest bixin. Bixwînin û binifsînin; xwandin pewîste. Meriv bi xwandinê zane dibe; ev dinya bi we zana wê gelek xweş be! 

 

Ez hêvîdarim ku her insan, her milet bi bawerî û rengên xwe azad, wek hev bijî li ser ruyê vê erdê!...

 

 

İSKAN TOLUN

 

 

 

(Qab'ê pêş)

 

ROVÎ'YÊ XASUK

 

(Peyvên Feylezofî û Çîrok)

 

 

jîyan bê hezkirin nabe!...

 

Kesê ku berî rojê ji xew rabe, kismetê wî her tim zêdeye!...

Çivîk, çivîke; avê vedixo li xwedê dirêne!...

 

Gepeke, beranberî pezeke!…

Dayê, ma belkî kevirê wan di destê wan debin!...

 

Feqîyê Teyran, li çivîka ku deng tê, lê ne dîyare, digerîya. Li Lalişê Teyrê şîn sîya xwe da ser û çivîk, teyr û tilur, şalur û bilbilan jî dane du...

 

Şêrê Pîr got:

“Kuro!... Tû kîyî!?"

Pisîk'ê got:

“Ez xalê teme!...

Hima ji nişkêwe, bi wê qunazî, xasukîya xwe li ézmana hevraz bu û bi denkekî nerm got:

“Ya rebî, eva ji te ve éyane; ez li elbê digerîyam, lê ketime çalê..."

 

Rovî ne di gihîşte tirîyê şîrîn, got:

“Pêh, çikas tirşe…"

 

 

Biratî xweşe bi rastî!…"

 

Silav û rêz!...

 

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin