
Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket
.
A+A-
Berhemeke nû ya helbestvanê navdar ê Kurd Abdulla Peşêw bi zimanê Fînlandî gihîşt ber destê xwendevanan.
Ji bo pirtûka ku ji helbestên bijarte yên Peşêw pêk tê, îşev li Helsînkiya paytexta Fînlandiyayê merasîmeke hat lidarxistin.
Di merasîmê de gelek nivîskar û helbestvanên Fînlandî û Ewropî amade bûn û berhemên Pêşêw hatin xwendin.
Her wiha Abdulla Peşêw jî bi xwendina helbesta xwe ya navdar "Serbazî Win" beşdarî şevê bû û pirtûka xwe îmze kir.
Helbestên Peşêw ji aliyê wergêra Fînlandî Mîna Torpa ve ji Kurdî bo Fînlandî hatine wergerandin.
Pirtûka helbestan ji aliyê weşanxaneya navdar a Fînlandiyayê "Palladium Kirjat" ve hatiye çapkirin.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin