Pirsgirêk û astengiyên li ber zarokên Kurdan li Ewropayê çi ne?

Pirsgirêk û astengiyên li ber zarokên Kurdan li Ewropayê çi ne?

.

A+A-

Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan li Swîsre Aso Pîrotî ku şareza ye di warê perwerde û rahênanê beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû û behsa pirsgirêk û astengiyên li ber zarokên Kurdan dike li welatên Ewropayê û dibêje, “Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên. Beşeke zêde ya zarokên Kurdan qet perwerda Kurdî jî nedîtine. Ev pirsgirêkeke mezin e.” Aso Pîrotî daxwazê ji malbatên Kurd jî dike ku di formên zanyariyan de zimanê zarokên xwe wek Kurdî tomar bikin û ku li gor wê yekê sîstemên welatên lê dijîn, hevkarî û alîkariya zarokan bikin.

Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan li Swîsre Aso Pîrotî, derbarê proseya destpêkirina karê xwe li Swîsrê ragihand ku 1989an ew gihişt Swîsrê û li wî welatî di warê Endazyariya Elektrîkê de dest bi xwendinê kir û dibêje, “Wê demê jî ez her mijûlî wanebêjiyê bûm di warê bîrkariyê de. Ji sala 1996an ve ez mijûlî fêrbûn û lêkolînên li ser fêrkirin û perwerdê me.”

`Zarokên Kurdan wek Kurd nayên naskirin`

Aso Pîrotî ku li ser mijara `astengiyên koçberan di warê fêrbûnê de` tezek amade kiriye, paşê li Zanîngeha Cinêv dest bi geşepêdana zanistên fêrkirin û perwerdê kir û li ser proseya fêrbûna koçberan lêkolîn pêk anîn.

Rêveberê Perwerdehiya Amadeyî li Renan/Lozan, eşkere dike ku li wî bajarê lê ye, tevahiya xwendekarên temen 12 ta 16 di bin çavêdêriya wan de ne û li ser hejmara Kurdan li wê herêmê jî amaje bi astengî û kêmasiyekê dike ku ew jî nebûna amareke zelal û rast e li ser hejmara Kurdan û sedema wê jî wiha diyar dike, “Li şûna ku Kurd bên nivîsîn, wek Iraqî, Îranî, Sûrî û Tirkî tên hejmartin. Ev jî asteng e ku lêkolîneke taybet li ser wê civakê bê kirin bo diyarkirina girîft û astengiyên wan û çawaniya çareserkirina pisrgirêkan. Ev jî pirsgirêkeke mezin a civaka Kurdî ye. Eger datayên rast nebin, çareserî nikare bê pêşkêşkirin.”

`Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên`

Li Renan/Lozan bi gotina Aso Pîrotî, her civak dikare bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û di vî warî de azad e û li ser rewşa Kurdan jî tekez dike, kêşeyên Kurdan gelek in û dibêje, “Zarokên Kurdan ji 4 sîstemên perwerdeyê tên; bo nimûne hinek xwendekarên min, yek xelkê Rojhilat, yek xelkê Rojava, yek xelkê Bakur û yek jî xelkê Başûr e. Hem ziman û hem sîstemên perwerdeyê ciyawazî heye. Ev bi xwe astengiyek e. Astengiyek din jî ew e ku wek Kurd nayên naskirin. Piraniya malbatan jî şiyana entellektuelî nîne ku berevaniyê xwe bikin û bêjin, `na, zimanê me Kurdî ye`.”

Ji bo çareserkirina van girîft û pirsgirêkan jî Aso Pîrotî ku lêkolîn li ser rewşa zarokên Kurd pêk anîne, pêşniyar û daxwazek heye, “Ji bo zarokên Kurdan bi kevin nav datayên lêkolînê bo ku sîstemên demokratîk ên wan welatan alîkariya wan zarok û welatan bikin, daxwaz û rica dikim, her sal dema ku formên zanyariyê tê tijîkirin li dibistanan, Kurd binivîsin `zimanê me yê dayikê Kurdî ye`. Ev parametreyeke girîng e ku ew welat li ser pêşxistina wan zarokan kar bikin.”

`Em projeyekê amade dikin`

Di dewama axaftina xwe de Aso Pîrotî dibêje, li Swîsrê komeleyên civakî bo Kurdî kar dikin, kursan vedikin lê dibêje, ew niha projeyekê amade dikin ku ji bo hemû zarokên miletan, mafê wê hebe bikarin zimanê zikmakî fêr bibin ev jî ji bo du tiştan, “di pêşerojê de bo qazanca Swîsrê û bo bihêz bin ku pêkhateyên Swîsrê tînin.”

Aso Pîrotî behsa wê dike ku ne tenê ji bo Kurdan lê bi giştî, yek ji pirsgirêkên mezin ew e ku “malbat tênegihiştine ku eger zarok zimanê zikmakî fêr nebin, karîgeriyeke mezin li ser geşestendin, pêşketin û gihandina zarokan heye di fêrbûna zimanên wan welatên ku tê de dijîn. Fêrbûna zimanê zikmakî bandoreke gelek girîng li ser jiyana wan dibe.”

`Civaka Kurdî rastî asteniyên gelek mezin hatiye`

Li ser ciyawaziya di navbera malbatên Kurd ên ji perçeyên cuda yên Kurdistanê li Swîsrê jî Aso Pîrotî dibêje, “Civaka Kurdî tûşî astengiyên gelek mezin bûye. Beşeke zêde ya zarokên Kurdan, Kurdî jî nexwendiye. Kurdî devkî fêr bûne. Li Rojhilat û Bakur. Ên ji Bakur, dayik û bav li wir (Swîsre) hewl didin zarokên xwe fêrî Kurdî bikin. Yek ji kêşeyên mezin, hevtênegihişta dayik û bav û zarokan e. Beşeke zêde taybet jî, Kurdên Bakur, nekarî ne zimanê xwe baş dizanin ne jî zimanên xwecihî. Lewma malbat carna nikare bi zimanê xwecî jî li gel zarokan têkilî daynen, di Kurdî de jî lawaz in. Îcar, peywendiya wan beşek bi Tirkî, beşek bi Kurdî û beşek jî bi zimanê xwecihî li li wir Fransî ye. Eger bi vî rengî berdewam bike, karesateke gelek mezin çêdibe. Lewma li kantona me proje heye ku em girîngî bi zimanê zikmakî bidin û astengî û xerciyên civakî kêmtir û zarok jî serkeftîtir dibin.”

Li ser girîngiya zanîna zimanê zikmakî û sûda wê di pêşerojê de ji bo Kurdistanê jî Aso Pîrotî dibêje, “Piştî 20 salên din li dewleta Swîsre jibilî zanîna 4 zimanên fermî yên welat, bo nimûne dîplomatên Swîsrî yên Kurd bo me peyda dibin ku Kurdî baş dizanin” û li ser projeya xwe jî tekez dike ku ew ne tenê ji bo ziman, lê ji bo fêrkirina “ziman û çanda bingehîn di warên cografî, dîrokî, ayînî û hemû warên din ku ew zarok kesayetiya xwe nas bike.”

Sîstemên xwendinê li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

Aso Pîrotî ku li Rojhilatê Kurdistanê xwendiye û li Swîrê jî di warê perwerdehiyê de kar dike, li ser rewşa sîstema xwendinê ya li Rojhilatê Kurdistanê dibêje, li wir tevahiya kar ji bo wê tê kirin ku hizra xwîner bê arastekirin, hin tiştan fêr bibin û û hin tiştan dûpat bikin û dibêje, “lê tevahiya ciyawaziya zanist li gel boçûnan ew e ku rê bi mirov dide, her tiştî dixe jêr pirsyarê. Sîstema perwerdê ya Swîsrê jî hewl dide wê yekê fêr bike ku xwendekar her tiştî bixe bin pirsyaran. Fêr dike ka çawa dixe jêr pirsyaran. Di her her warî de sîstemeke vekirî ye. Lê li Îranê mixabin di her warî de sîstemeke girtî ye.”

Li ser sîstema perwerdê ya li Başûrê Kurdistanê jî Aso Pîrotî dibêje, ji ber nebûna datayeke zelal di destê wî de ew nikare şîroveyeke kûr li ser vê mijarê bike û tekez dike, “Mixabin li Başûrê Kurdistanê datayên muqayesekirinê nînin ku bi şêweyekî zanistî nirxandin bê kirin. Lê tevî hemû kêmasiyan jî li Başûrê Kurdisstanê, ez ji ber hemû wan karên hatine kirin, ez pîrozbahiyê dikin.”

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin