Pîrozkirina Xelatgirtina Pîr Xelat Elyas
Ez vê xelata ku mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê yê rêzdar Pîr Xelat Îlyas girtiye li tevaya gel, civak û olên di nav Herêma Başûrê Kursistanê de jiyandikin pîroz dikim !
Ez gelekî serbilind im ku, mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê rêzdar Pîr Xelat Îlyas, ji bona ku gel, civak û olên cûde yên di nav Herêma Başûrê Kursistanê û bi taybetî jî di nav parêzgeha Duhokê de bi hevûdinê re jiyaneke hevbeş bijîn, xebateke jîr û zane ye kiriye, xelatek di (27.05.2025) merasima pîrozbahiya 56mîn salvegeriya parêzgeha Duhokê de xelatek ji aliyê waliyê Duhokê rêzdar Prof. Dr. Elî Teter Nêrweyî ve girtiye.
Hêvî ji Xwedê û Tawisî Melek dikim, temenê mamoste, rewşenbîr û ilimdarê Êzdîtîyê rêzdar Pîr Xelat Îlyas ji bona pêkvejiyana di nav Kurdistanê de hîn zêdetir pêşbixîne gelekî dirêj be!
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin