Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka

Pîrozkirina Roja Alaya Kurdistanê Li Danîmarka

.

A+A-

Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka (FKKD) îro 17.12.2025 de Kopenhagenê, Roja Pêşmergeyên Kurdistanê, Roja Ala Kurdistanê pîroz kir. Û ji bo zarokan jî ahengekî cejna Noelê lidaxist.

Li gel rêvebir û endamên komeleyên Federasyona Komelên Kurdî li Danîmarka, gelek niwênerên partî, sazîyên sivî, kesayet û malbatên welatparêzên kurd kurd beşdarî vê pîrozbahîyê bûn.

Pîrozbahî Roja Alaya Kurdistanê ya li Brøndby ya navçeyak nêzîkê Kopenhaginê bi axaftina bixêrhatinê yê seroka Însiyatîfa Kurd li Danîmarka Selma Akar, bi li gel srûda neteweyî rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşinê serokê Federasyona Komelên Kurd li Danîmarka Ednan Axacan li ser giringîya rojê axaftinekî pêşkêş kir. Li dû wî, endamê komîteya rêvebir a Federasyonê Yimaz Yidiz  jî bi danîmarkî axaftinekî derbarê rojê de pêşkêş kir.

Di dirêjahîya ahenga pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê û Roja Pêşmerge de gelekî partî û kesayet axaftina pîrozbahîyê kirin.

Ev aheng bi pîrozkirina Noelê ya ji bo zarokan de, kalê Nolê Şoreş Qilîçî bi axaftinên xwe yên kurdîyekî zelal û pedagojîk ya li gel zarokan û dayîna diyarîyan bo zarokan û Muzîka Aram û Lîlan zarokên Mehmûd Berzencî coşekî û rengekî din da ahengê.

Ahenga pîrobahîya roja pîrozbahîya Alaya Kurdistanê, Roja Pêşmerge û Noela zarokan bi xwarin, mûzîk û govendê heta derengê şevê domand.

Aheng bi hestên netewî, kêfxweşî û daxwazên hevdîtinê qedîya.

Di destpêkê de Berdevkê PWKyê Hanîfî Tûran, bixêrhatina beşdaran kir û di derbarêgirîngîya  Roja Alaya Kurdistanê de kurte axaftinek.

Rûpela Nû/Danîmarka

Eva teksta axaftina serokê Federasyona Komelê Kurdî li Danîmarka Ednan Axacan e..

Rêzdaran

Federasyona Komelên Kurd li Danmark bi boney ala pîroza Kurdistan pîrozbahiyên xwe arasteyî gelê Kurd dikeyn

Li seranserê cîhanê remz û sembola hemû neteweyan heye. Ala rengîn û navê pêşmerge jî remz û sembola gelê kurd e.

Di sala 1927 ev ala ku 1920 de hatibû pejirandin, ji aliyê rêxistina Xoybûn ve di serhildana çiyayê Araratê hatiye bilind kirin.

17.12.1945 li bajarê Mahabadê li rojhelatê Kurdistanê ala Kurdistanê li ser avahiya dadgeha Mahabadê hatiye berzkirin.

Parlementoya herêma Kurdistanê sala 1999 bi biryarekê roja 17.12 wek roja ala Kurdistanê îlan kiriye.

Îro roja Ala Kurdistanê ye. Ji bo me rojek pir girîng û bi rûmet e. Di vê rojê de em hemû şehîdên ku ji bo Kurdistan û gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em silav û rêzên xwe arersteyî malbatên wan lehengên serbilind dikin.

Em silav û rêzên xwe aresteyi wan Pêşmergeyên qehreman ên ku ji bo hebûna netewa Kurd şev û roj di sengeran de mêrxasane me diparêzin, dikin.

Gelê Kurdistanê bi sedhezaran şehîd dane. Gelê kurd jî wek hemû gelên cîhanê mafdare ku, mafên xwe yên bingehîn bi dest bîne. Mafê gelê kurde biryarê li ser paşeroja xwe bide û dewleta xwe ya serbixwe damezrîne.

Îro çi Kurd di welatê xwe de ewle najîn. Suberoja çi kurdan li her çar beşên Kurdistanê diyar nîne. Gelê kurd dixwaze li welatê xwe bê tirs bê xofê û di nav ewlekariyê de bijî.

Em daxwazê ji hemû rayedarên cîhanê, rêxistinên mafên mirovan di parêzin dikin, gelê kurd tenê nehêlin. Piştivaniya gelê kurd bikin.

Ligel rêzên taybet

Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarka – FKKD

Sermawez 2025

[email protected]

haber-ic-11.jpghaber-ic-10.jpghaber-ic-8.jpghaber-ic-7.jpghaber-ic-6.jpghaber-ic-5.jpghaber-ic-4.jpghaber-ic-3.jpghaber-ic-2.jpg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin