Peymana Civakî ya Nû Çi Guhertinan di Rêvebirîya Xweser de Çêdike?

Peymana Civakî ya Nû Çi Guhertinan di Rêvebirîya Xweser de Çêdike?

.

A+A-

Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê, Peymana Civakî ya Nû pejirand.

Li gor vê peymana nû, hin guhertin di sîstema Rêvebirîyê de çêbûne, ku bakur û rojhilata Sûrîyê bûye yek herêm û ji 7 kantonan pêk tê.

Derbarê vê guhertinê, gelek pirs li cem gelê deverê peyda bûne:

  • Guhetinên li ser asta herêmê çêbûna û forma nû ya Rêvebirîyê, herwiha sîstema civakî di Rêvebirîya Xweser de çawa ye?
  • Maf û azadîyên di Peymana Civakî de, herwiha ev peyman çiqas mafên mirov û yên pêkhateyan diparêze?
  • Taybetmendîya Kurdî û mafên Kurdan di vê peymanê de çiqas hatiye misoger kirin?
  • Di peymanê de hatiye ku, jibo komîn şaredarî, herwiha meclîsên gelan li ser asta kanotonan û li ser asta herêma bakur û rojhilata Sûrîyê divê hilbijartin bên kirin. Ev hilbijartin kengê çaverê ye pêk bên?
  • Piştî pejrandina vê peymana nû, siberoja Sûrîyê dê çawa be, herwiha ewê çi derfetan jibo alozîya Sûrîyê bi xwe re bîne?

 

Jibo bersivandina van pirsan û hinên din, Dengê Amerîka di bernameya Mijara Rojê de naveroka Peymana Civakî ya nû, bi du mêvanan re gotûbêj dike:

Ferîd Etê, Hevserokê Meclîsa Gelan ya Demokratîk ya Rêvebirîya Xweserîya Demokratîk li Herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê.

Sîhanok Dîbo, Endamê Komîteya Amadekirina Peymana Civakî ya nû û Hevserokê Nivîsgeha Têkilîyan di Partîya Yekîtîya Demokratîk PYDê de.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke:

 

Çavkanî: Dengê Amerîka

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin