Peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh hat kuştin

Peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh hat kuştin

.

A+A-

Peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê bi guleyek artêşa Îsraîlê birîndar bû û di encamê de can da.

Li gor Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê destnîşan kir, rojnamevan û peyamnêra kanala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê bi guleyek artêşa Îsraîlê birîndar bûye û rewşa wê ne cîgir e.

Wezaretê piştî vê daxuyaniyê, daxuyaniyeke din da û eşkere kir, Şîrîn Abû Aqileh ji ber giraniya birînên xwe, can daye.

Wezareta Tendirustiyê yê Filistînê herwiha destnîşan kir, rojnamevan Elî El-Samûdî jî bi guleya rasterast ji pişta xwe birîndar bûye û rewşa wî cîgir e.

Kanala “Aljazeera” a Qeterî jî diyar kir, peyamnêra wê Şîrîn Ebû Aqileh dema li Cinînê romala operasyoneke li pêgehên komên çekdar ên Filistînî dikir, bi guleyekê hat kuştin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin