Peyama senatoran a ji bo Sûriyeyê: Divê mafên pêkhateyan werin parastin

Peyama senatoran a ji bo Sûriyeyê: Divê mafên pêkhateyan werin parastin

.

A+A-

Hejmarek senatorên Amerîkî di daxuyaniyên taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîn.

Senatoran dilgiraniya xwe ya li ser berdewamiya hegemonya Îranê û komên çekdar ên li Îraqê anî zimên.

Wan tekez kir ku şertê sereke yê miamaleya bi desthilata nû ya Sûriyeyê re parastina mafên pêkhateyên cuda ye.

Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde, pirsên li ser rewşa Îraq, Îran û paşeroja Sûriyeyê ji 5 senatorên diyar ên Amerîkayê kirin.

Senatoran nêrîna Washingtonê ya li ser rewşa herêmê eşkere kir.

"Milîs ji bo serweriya Îraqê metirsî ne"

Senatorê Amerîkî Ruben Gallego behsa metirsiya komên çekdar ên nêzîkî Îranê yên li Îraqê kir.

Gallego ew kom wekî "metirsî ji bo têgeha hukimraniya niştimanî ya Îraqê" pênase kirin û got:

"Zelal e ku yek ji pirsgirêkên hebûna vê rejîmê ya bi serkêşiya Ayetullah, ew e ku herêmê bêîstîqrar dikin, bi taybetî hinek ji van milîsan.

Ew metirsîdar in, ne tenê ji bo hêzên Amerîkayê û hevpeymanên me, heta ji bo têgeha hukimraniya niştimanî ya Îraqê jî."

Gallego derbarê çareseriya wê rewşa li Îraqê wiha anî ziman:

"Dema planek were danîn, pêwîst e beşeke wê ew be ku piştrast bin ew milîs tên hilweşandin.

Divê ew tevlî têgeha mezin û berfireh a niştimanperweriya Îraqî û beşek ji artêşê bibin."

Pesnê siyaseta Trump a li hemberî Îranê

Li aliyê din Senator John Cornyn amaje bi pirsgirêkên herêmê kir û pesnê siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku di dosyeya atomî ya Îranê de dimeşîne.

Cornyn ji Rûdawê re ragihand:

"Ez dixwazim destxweşiyeke germ li Serok Trump bikim ji bo wê miamaleya ku bi bernameya atomî ya Îranê re kir ku gefa man û nemanê bû li ser herêmê."

Derbarê rewşa Sûriyeyê ya piştî rûxîna desthilata Beşar Esed nêrîna hevbeş a senatoran ew e ku divê mafên pêkhateyan parastî bin.

Senator John Cornyn got:

"Ez gelekî kêfxweş im ku Beşar Esed nemaye lê divê rêz li hemû pêkhateyên cuda û neteweyan were girtin.

Hêviya min ew e ku ew biguherin da ku bibin hevparên Amerîkayê lê hîn rêyeke wan a dirêj heye."

Her wiha Senator Jeanne Shaheena ku meha Tebaxê çûbû serdana Sûriyeyê ji Rûdawê re got:

"Xelkê Sûriyeyê dixwaze welatê wan yekgirtî be.

Lê yekîtiyeke ku azadiya olî û azadiyê ji bo kêmîneyên neteweyî garantî bike û lêpirsîn bi wan kesan re were kirin ku tawanên mezin kirine."

Shaheenê derbarê pirsa xweseriya li Sûriyeyê anî ziman:

"Ev yek ji wan tiştan e ku pêdiviya wê bi çareseriyê heye lê bi baweriya min yekîtiya Sûriyeyê girîng e."

Piştgiriya mafên Kurdan û dijayetiya terorê

Senator Ben Ray Lujan di bersiva pirseke li ser mafên Kurdan a li Sûriyeyê û hevpeymanên Amerîkayê de axivî û tekez kir ku ew amade ye guh bide dostên Amerîkayê.

Ben Ray Lujan ji Rûdawê re got:

"Derbarê karkirina bi wî xelkê ku li seranserê cîhanê piştgiriya Amerîkayê dikin û armancên me yên hevbeş bi wan re hene; ez amade me guh bidim wan û ji wan fêr bibim."

Lujan her wiha hişyarî da û got:

"Yên ku niyeta wan xerab e û rêxistinên terorîst in, em rûbirûyê wê zordariyê dibin û ji wan qebûl nakin."

Her wiha Senator Cory Booker hêvî xwest ku qonaxa nû ya Sûriyeyê bibe derfetek ji bo demokrasî û azadiyê û ragihand:

"Ez dê ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê di avakirina welatê wan de çi ji destê min were bikim."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin