Peyama hevpar a ciwanên Kurd û Tirk li Urmiyê derheq mûşekbarana Spaha Pasdaran bo ser partîyên Kurdî

Peyama hevpar a ciwanên Kurd û Tirk li Urmiyê derheq mûşekbarana Spaha Pasdaran bo ser partîyên Kurdî

.

A+A-

Ciwanên Kurd û Tirk li Urmiyê, tevî vê ku di peyameke hevpar de êrîşa Spaha Pasdaran a terorîst bo ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê şermezar kirin, zêdetir ji çend hezar tirakên vê peyamê jî di nav Urmiyê de belav kirin.

Ciwanên Tirk û Kurd yên bajarê Urmiyê bi awayê yegkirtî di nav bajarê Urmiyê de zêdetir ji çend hezar tiraktên şermezarkirina êrîşa rejîma Îranê bo ser binkeyên hizbên Rojhilatê Kurdistanê belav kirin û ev yeka dane nîşandan ku Kurd û Tirk di vî bajarî de yekgirtî û yek helwêst in.

Di vê peyama hevpar a ciwanên Kurd û Tirk yên Urmiyê de hatiye: “Em wekî ciwanên Kurd û Tirk li bajarê Urmiyê, êrîş Spaha Pasdaran a terorîst ku bi mûşekan êrîşê ser hevçeperên me yên Kurd li Kurdistanê kir, bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê dibêjine malbatên şehîdan û hêviya başbûna birîndarbûyan dixwazin.”

Di beşeke din a peyama wan ya hevpar de hetiye: Êrîşên terorîstî yên Spaha Pasdaran, bo ser bargehên hizbên Kurdistanê, binpêkirina eşkere ya yasayên navdewletî ye, bê şik, Spaha Pasdaran dê bersiva êrîşa terorstiya xwe ya li ser kurdên me li Herêma Kurdistanê, dê li nav Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ji xelkê verbigire.”

Herwisa di wê peyamê de hatiye: “Bi yekîtiya Kurd û Tirkên Urmiyê, em ê karibin bi hev re şerê rûxandina Komara Îslamî bikin û ji bo paşerojeke baş bo xelkê xwe her metirsiyekê qebûl bikin.”

Wan bi du zimanê Kurdî û Tirkî ev silogane nivîsîne: “Yekîtiya me remza serkevtina me ye, yaşasin Kurdistan, bijî Azerbaycan.”

Çavkanî: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin