Peyama Amedsporê ya ji bo Zaxoyê: Hest û yekîtiya we hêjayî xelatê ne

Peyama Amedsporê ya ji bo Zaxoyê: Hest û yekîtiya we hêjayî xelatê ne

.

A+A-

 Tîma futbolê ya Amedsporê bi peyamekê pîrozbahî li alîgirên tîma futbolê ya Zaxoyê kirin ku Xelata "Alîgirên Herî Baş" a FIFAyê standiye.

Amedsporê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê bi Kurdî (Kurmancî, Kirmanckî) û Tirkî peyamek belav kir.

Amedsporê di peyama xwe ya bi Kurmancî de anî ziman:

"Pîroz be Zaxo!

Em ji bo wergirtina xelata bi prestîj a "Xelata Alîgirên FIFA”yê pîrozbahiyê li alîgirên Zaxosporê dikin ku ji aliyê Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) ve hêjayî vê xelatê bûne.

Hest û yekîtiya ku we li trîbûnan nîşan dayî û wateya ku we li nirxên gerdûnî yên futbolê zêdekirî bi her awayî hêjayî xelatê ne.

Wekî civaka Amedsporê, em vê destkeftiya watedar pîroz dikin."

Amedsporê di peyama xwe ya bi Kirmanckî de jî da zanîn:

“Pîroz bo Zaxo!

Ma zerrî ra terefdaranê Zaxosporî pîroz kenê ke hetê Yewîya Federasyonanê Futbolî ya Mîyanneteweyî (FIFA) ra layîqê xelata prestîjîne ya “Xelata Terefdaran ya FIFAyî” ameyê vînayîş.

Coş, yewîye û manaya ke şima trîbunan de mojna zaf ercayî bi. Û şima taximê xo vist mîyanê ercanê unîversalî yê futbolî. Aye ra şima heta peynî na xelate heq kenê.

Ma sey keyeyê Amedsporî, nê serkewtişê şima bi zerrî ra pîroz kenê.”

Alîgirên Zaxoyê bûn yekemînên cîhanê

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA), îro bi awayekî fermî ragihand ku alîgirên tîma Zaxoyê di dengdana cîhanî de bi ser ketine.

FIFAyê ji ber piştgiriya wan a ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine alîgirên tîma Zaxoyê hêjayî Xelata "Alîgirê Herî Baş" a sala 2025an dîtin.

Alîgirên tîma Zaxoyê, di maça Lîga Stêrkan a Îraqê ya li hemberî El Hudûdê de ku 13ê Gulana 2025an hatibû lîstin, bi hezaran pêlîstok avêtibûn qadê.

Vê çalakiya mirovî bala hemû cîhanê kişandibû.

Di dengdana fermî de, alîgirên Zaxoyê ketin pêşiya hevrikên xwe yên bihêz ên wekî Arjantîn û Spanyayê.

Bi vî awayî bûn yekemîn alîgirên li Rojhilata Navîn ku vê xelata bi prestîj werdigirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin